‘Gefên Tirkiyê bandorek nerênî li ewlehiya tevahiya Sûriyê dikin’

Şêxê êla Emûr, Mihemed El-Umer ê ji bajarê Humsê beşdarî komxebata eşîrên herêma Firatê bibû. El- Umer got: “Gefên Tirkiyê ne tenê li ser Bakurê Sûriyê, heman demê de bandorek nerênî li ser tevahiya Sûriyê dikin. Em gef û hewldanên dewleta Tirk ên derxistina fitneyê di navbera gelên Sûriyê  û Tirkiyê de şermezar dikin.”

1‘ê Îlonê bi koordîneya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebata êlên herêma Firatê li dar ket.

Komxebata li gundê  Tenhoze yê rojavayê bajarê Girê Spî, bi dirûşma ‘Na ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erê ji Sûriyeya ewle re’ pêk hat. Nêzî hezar û 500 rûspî û şêxên êlên herêmên Minbic, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Cizîrê, herêma Firatê û li rexê jî nûnerên Rêveberiya Xweser, MSD û partiyên siyasî, amade bûn.

Şêxê êla Emûr ê Mihemed El-Umer ê ji bajarê Humsê jî beşdarî komxebatê bibû. El- Umer têkildarî gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kir.

Şêx Mihemed El-Umer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew ji bajarê Humis hatiye da ku beşdarî komxebatê bibe û wiha anî ziman: "Em hatine vir da ku li dijî gefên Tirkiyê yên li ser Sûriyê bisekin. Em êlên Sûriyê, gefên Tirkiyê yên li ser herêmên ewle şermezar dikin."

Şêx El-Umer bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku gefên xwe rawestîne û got: “Em her hewldanek derxistina fitneyê di navbera gelê Sûriyê û gelê Tirkiyê red dikin. Me destê xwe ji bo lihevhatinê dirêj kir. Em bi hemû aliyan, yên ku hewl didin ewlehiyê li Sûriyê pêk bînin re lihev dikin. Wê êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Sûriyê şaştiyeke mezin be û dê bandorê li ser ewlehiya tevahiya herêmên Sûriyê bikin."

Hinek êlên ku beşdarî komxebatê bibûn ev in; Begara,  Igêdat, Cibûr, Welda, Ceys, Efadila, Umeyrat, Enze, Şemer, Neîm û Mucadema.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din