‘Garantorên Astanayê’ îro dicivin… hişyariya têkildarî girêbesta nû ya Rûsya-Tirkiyê

Piştî nakokiyan, îro serokên dewletên “garantorên Astanayê” (Rûsya, Tirkiye û Îran) civîneke nû li dar dixin. Nivîskarê ji Sûriyê Malik Hafiz der barê girêbesteke nû ya Rûsya-Tirkiyê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojavayê Sûriyê hişyarî da.

Rûsyayê ragihand ku serokên "dewletên garantor" Vladimîr Pûtîn ê Rûsyayê, Recep Tayyîp Erdogan ê Tirkiyê û Hesen Rûhanî yê Îranê îro bi rêya vîdeokonferansê dicivin da ku rewşa Sûriyê nîqaş bikin.

Ev civîn jî piştî gerên bilindkirina şerê li Idlibê, axaftinên li ser fermanên Tirkiyê ji çeteyên Tehrîr El-Şam re yên tesfiyekirina hemû kesên li dijî lihevkirina Rûsya-Tirkiyê pêk hat.

Li aliyekî din jî di dosyaya Lîbyayê de nakokiyên berjewendiyên Rûsya-Tirkiyê diyar bûn, bi wê re jî civîna di navbera şandeya her du welatan de ku diviyabû 14’ê Hezîrana borî li dar biketa, hat taloqkirin.

Rûsyayê wê demê serdana wezîrê karên derve Sergey Lavrov û wezîrê parastinê Sergey Şoygu ji bajarê Stenbolê re ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên rewşa Lîbyayê bi berpirsên Tirkiyê re taloq kir.

CIVÎN DI DEMEKE HESAS DE YE’

Der barê vê civînê de rojnameger û analîzvanê siyasî yê sûrî Malik Hafiz ji ANHA’yê re wiha got: "Lidarketina lûtkeya sêalî ya serokên dewletên garantor re ji rêveçûna Astanayê di demeke hesas û girîng de hat, her wiha lêkolînkirina dosyayên hevbeş girîngî piştî gelek nakokiyên di demên borî de zêde kirin."

‘GARANTOR’ DÊ ÇI NÎQAŞ BIKIN?

Têkildarî dê çi di lûtkeyê de bê nîşqaşkirin Hafiz wiha diyar kir: "Dê tiştên di lûtkeya îro de bên nîqaşkirin, ferzkirina cezayên Qanûna Qeyser li Şamê û bandorên wê li ser têkiliya di navbera dewletên garantor ên Astanayê de û dê çawa ev ceza bandorê li tevgerên neyekser bikin, ji ber ku hevalbendên Şamê Moskov û Tehranê hedef digirin. Her wiha dê li ser bandoriya Qeyser ligel aloziya Koronavîrusê li welêt jî bên nîqaşkirin."

Hafiz wiha domand: “Dê li ser dosyaya bipirsgirêk a li ser zeviyên petrol, rêvebirina wê û serweriya Amerîkayê ya niha li ser wê di Rojhilatê Sûriyê de, nakokiyên aborî li Sûriyê û çawaniya dan û standina rûsî-îranî pê re jî werin nîqaşkirin. Dê li ser dosyaya komîteya destûrê ku dewletên garantor dosyayeke divê di demeke nêz de lê vegerin ku xebata siyasî pêş bixin, bê nîqaşkirin.”

Hafiz texmîn dike ku dê hewldanên Rûsya-Tirkiyê di yekalîbûna wan ên dosyayên dîtir ku her du alî tê de hevbeş in, hebe û dûrî girêdayîna bi dosyaya Sûriyê re be, bi taybet dosyaya Lîbyayê ku hesasiyeteke mezin di vê dawiyê de piştî Îran li gel Tirkiyê sekinî, çêkir.

Hafiz dibîne ku dosyaya meydanî ya yekemîn ku dê bê nîqaşkirin, Idlib e û wiha pê de çû:" Dê nîqaşa wê hevbeş be, bi taybet Tirkiyê li ser tedbîrên garantiya derdora rêya M4 ji hêzên di lîsteya terorê de ne, tev negerî û sozên Rûsyayê pêk neanîn. Her wiha texmîn dikim ku dê piştrastkirineke li ser pêdiviya sekna li hember hêzên terorîst û rizgariya ji tevliheviyên wan li ser lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê hebe û bandoriya wan li ser çirûska bilindkirina şerê leşkerî ya nêz li bakurê Sûriyê hebe."

 GIRÊBESTEKE NÛ

Têkildarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hafiz wiha axivî: "Lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ya neeşkere bi rêya peymana Moskovê di Adara borî de li ser pevguhartina herêmên serweriyê yên di navbera herêmên mîna Minbic, Eyn Îsa, Kobanê û herêmn dîtir li bakurê rojava de, li gorî merheleya niha hate paşxistin, ji bilî Eyn Îsayê li beramber herêma Cebel El-Zawiyê, dibe ku destpêka tevgerên meydanî li ser erdê pêk werin."

Hafiz destnîşan kir ku Rûsya ku hewl dide rêveçûna dosyaya Sûriyê bi rêya bakurê Sûriyê û bandora li ser bi sedema hebûna Amerîkayê kontrol bike û wiha got: "Ne pêkan e serweriya Îranê ya ku Îsraîlê asta hedefgirtina xwe li Rojhilatê Sûriyê zêde dike, paşguh bikin, bi wê re jî bandorê li hevsengiyên li ser xaka Sûriyê dike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din