Gantz û Netanyahu li hev nekir… li Îsraîlê nîşaneyên hilbijartinên pêşwext

Partiya Şîn û Spî ya bi serkêşiya wezîrê ewlehiyê Benny Gantz û partiya Lîkud a bi serkêşiya serokê hikumetê Benjamin Netanyahu, piştî binketina hevdîtinên lihevkirinê, li pêşberî pirsgirêka doza mezaxtina li welat in ku dê welat ber bi hilbijartinên 4’an ên pêşwext ve bibe.

Kanala 12 a Îsraîlê ragihand ku heta niha tu pêşketin di navbera partiyên Lîkud û Şîn û Spî de di vê dozê de tune ne. Kanalê destnîşan kir ku binketina lihevkirina di navbera Partiya Şîn û Spî û Lîkudê de li ser doza mezaxtinê ye ku dê Îsraîlê ber ber hilbijartinên 4’emîn ve dibe.

Kanalê diyar kir ku heger mezaxtin di dawiya Tebaxê de tune be, Knesset bi bin bikeve û dê hilbijartin pêk were.

Duh çavkaniyên Îsraîlê yên nêzî wezîrê ewlehiyê Benny Gantz ji dezgehên çapemeniyê re da zanîn ku serokê hikumeta heyî Benjamin Netanyahu rewşên welat ber bi hilbijartinên nû yên Adara bê ve dibe.

(bx)


Mijarên Din