Fransayê jî biryar da ku çekan nefroşe Tirkiyê

Wezareta Derve û ya Perevaniyê ya Fransayê ragihand ku ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan biryar dane ku çekan nefroşe Tirkiyê.

Di daxuyaniya hevpar a herdu wezaretan de hate diyarkirin "Li benda rawestandina vê êrîşê ne. Fransa biryar da ku hemû planên taybet ên girêdayî firotina çekan ji bo Tirkiyê ku dibe di van êrîşan de bi kar bîne, rawestandine."

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ev biryar yekser dikeve meryetê û destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiya Ewropayê dixe xeteriyê.

Fînlandîya, Norweç, Hollanda û Almanyayê jî biryar dabûn ku wan firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê dane sekinandin.


Mijarên Din