Lauderian li pêşiya Komîteya Derve ya Meclisa Ewlehiyê wiha got: "Rewşa mirovî li kampan fikarên zêde dike, dibe ku rewşeke mîna bombeya ber teqînê çêbe û li kampên Roj û Holê biteqe."
Hişyariya Lauderian di demekê de hat ku her du deriyên sînorê bi Iraqê re ku bi rêya wan alîkariyên mirovî derbas dibûn, hatin girtin.
Meclisa Ewlehiya roja îna çûyî, mekanîzmaya radestkirina alîkariyên mirovî bi rêya sînorê Sûriyê erê kir. Meclisa Ewlehiyê pêşkêşkirina alîkariyan di her du deriyan re ku yek ji wan El-Yerbiyê ye ku ji bo gihandina alîkariyên tenduristiyê dihat bikaranîn, dûr xist.
Lauderian wiha got: "Ev yek dê sînorekî ji xebatên me re deyne."
Her wiha destnîşan kir ku wezareta wan 50 milyon euro ji alîkariyên mirovî sala 2019`an ji herêmê re diyar kiriye.
(jo)