Fransayê dudiliya Amerîkayê rexne kir

Serokwezîrê Fransazyê Edward Philip dudiliya Amerîkayê ya der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rexne kir û got ku şerê li dijî DAIŞ`ê berdewam e.

Daxuyaniyên serokwezîrê Fransayê Edward Philip piştî biryara Amerîkayê ya kişandina hêzên xwe ji nuqteyên li ser sînorên Sûriyê bi Tikriyê hat, di dîmenekê de dewleta Tirk gefa operasyoneke leşkerî li herêmê dixwe.

Li gorî Reutresê, di bersîvandana rexneyên hindek perlamenterên muxalif de ji hikumeta Fransayê re ku bi awayekî eşkere Hêzên Sûriyê Demokratîk li hember êrîşa Tirkyê ya ku dibe pêk were naparêze, Edward Philip li pêşberî perlamanê got, Parîs berovajî Washingtonê siyseta xwe nehejand.

Edward Philip ji perlamenteran re got: "Şerê li dijî DAIJŞ`ê bi dawî nebûye û bi Hêzên Sûriye Demokratîk re berdewam e."

Edward Philip wiha domand: "Axaftina bi qayim ji bersîva dudilî ya ku hinek şirîkên me bi taybet dostên amerîkî nîşan dane baştir e."

(şx)


Mijarên Din