Fransayê bang li YE'yê kir: Helwesteke zelal nîşanî têkiliyên bi Tirkiyê re bide

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Laudrian bang li YE'yê kir ku di civîna roja Duşema bê de helwestek zelal derbarê têkiliyên bi Tirkiyê re bide.

Laudrian got, roja Duşemê dê wezîrên karên derve yên dewletên Yekitiya Ewropayê bicivin "Em ê têkiliyên di navbera yekitiyê û Tirkiyê bi taybet nîqaş bikin. Ne tenê ji ber pêşketinên dawîn ên di dosyaya Lîbyayê de, di heman demê ji ber rewşa li Rojhilata Navîn jî."

Partiya Gel a Ewropayê ya di parlementoya Ewropayê de binpêkirinên Tirkiyê ji mafên aliyên din di Deryaya Spî de şermezar kir û got, pêwîste Yekitiya Ewropayê Qibirs û Yewnanistanê biparêze.

Her wiha got, heke binpêkirinên serdestiya Qibirs û Yewnanistanê dewam bikin, divê li dijî Tirkiyê tedbîrên pêwîst werin girtin, an bi rêya cezayan an jî bi rêya belavkirina hêzên deryayî yên girêdayî yekitiyê li rojhilatê Deryayê Spî.

Duh, Serokomarê Qibrisê Nikos Anastasiades bang li Yekitiya Ewropayê kir ku ji bo sînordarkirina siyasetên Tirkiyê yên berfirehbûna li rojhilatê Deryaya Spî tedîbrên girantir bigirin.

Serokwezîrê Qibris rexneyên giran li Enqerê kir ji ber ku karê vekolandinê ya ne rewa li herêmê didomîne û destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide dest deyen ser tevahiya Rojhilata Navîn.


Mijarên Din