Fransa, Rûsya û DYA'yê banga rawestandina şer li Qerebaxê kir

Emmanuel Macron, Vladimir Putin û Donald Trump geşbûna leşkerî ya li herêma Qerebaxê şermezar kirin û banga rawestandina şer kirin.

Fransa, Rusya û DYA'yê banga agirbestekê di navbera hêzên Azerbaycan û Ermenistanê de li herêma Qerebaxê kirin û ji herdu aliyan xwestin ku li danûstandinan bê dereng pêk bînin.

Serokên Fransa, Rûsya û DYA'yê ku hevserokên Koma Minsk a Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewropî di daxuyaniyek hevbeş de gotin: "Em bang dikin ku demildest şer di navbera hêzên leşkerî yên peywendîdar de bê rawestandin."

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin: "Em bang li serokên Ermenistan û Azerbaycanê jî dikin ku di bin banê hevserokên Koma Minsk a Rêxistina Ewlehî û Hevkariyê ya li Ewropayê de, bêyî şertên pêşîn diyalogên cewherî dewam bikin."

Koma Minsk di sala 1992'yan de ji bo pêkanîna aştiyê li herêma Qerebax ê başûrê Kafkasyayê hate avakirin.


Mijarên Din