Fransa ji ber nakokiyên bi Tirkiyê re ji operasyonek NATO`yê vedikişe

Li gorî Wezareta Artêşên Fransî, Fransa ji ber nakokiya bi Tirkiyê re girêdayî aloziya Lîbyayê, biryar da bi awayekî demkî hêzên xwe ji operasyona ewlehiya deryayî ya NATO`yê vekişîne.

Wezaretê di civînek çapemeniyê de bi rêya telefonê di atmosferek nakok de di navbera Parîs û Enqereyê de ji çend mehan ve girêdayî aloziya Lîbyayê got: “Me biryar da ku hêzên xwe ji operasyona Ser Guardian bikişînin heta ku rewşa rast dibe.”

Li aliyek din berpirsek wezareta berevanî diyar kir ku Fransa ji dewletên hevalbend ên NATO`yê dixwaze careke din bi awayekî fermî dilsoziya xwe bi qedexeleya derbaskirina çekan ji Lîbyayê re destnîşan bikin.

Li beramberî wê NATO`yê got tevlibûna operasyona Parêvanê Derya mijarek serdestî ye û operasyona têkoşîna li dijî terorê ruxmî vekişîna Fransa berdewam e.

Her wiha diyar kir ku NATO`yê lêpirsîna xwe girêdayî bûyera keştiyên cengî yên Fransa û Tirkiyê bi dawî kiriye.

Fransa gelek caran Tirkiyê bi binpêkirina biryara qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re tewan bar kiriye. Her wiha hikumeta Tirkiyê bi astengkerê peydakirina girbestê li Lîbyayê wesifand.

(şx)


Mijarên Din