Fransa hişyarî da Tirkiyê

Wezareta derve ya Fransa hişyarî da dewleta Tirk ku ji kirinên xwe yên li dijî berjewendiyên koalîsyona li dijî DAIŞ`ê dûr bikeve.

Îro Wezareta derve ya Franasa hişyarî da Tirkiyê ku êrîşî heger herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û got dê encamên vê êrîşê di aliyê mirovî de xeter bin.

Wezareta derve di daxuyaniyekê de got her kirinek yekalî dibe ku encamên wê yên mirovî neynî hebin û şertên guncew ji bo vegera  ewle ya penaberan ji herêmên wan re peyda neke.

Wezaretê wiha domand: "Divê terorîstên girtî di nav de yên xwediyên nasnameyên biyanî di cihê ku sûcên kirine de werin darizandin."

Wezaretê wiha pê de çû: "Girtina wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyek ewlehiyê ye da ku nehêlin refên komên terorîst xurt bikin."

Reuters destnîşan kir ku dewletên Ewropayê heta niha bangawaziyên DYA`yê ji bo vegerandina hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`ê paşguh dikin.

Koşka Spî îro ragihand ku Tirkiyê dê di demek nêz de dest bi êrîşa xwe li dijî bakurê Sûriyê bike û tekez kir ku hêzên amerîkê wê tev lê nebe û ne jî piştgiriya wê bike.

Di wê demê de û piştî ku serokên her du dewletan Amerîka û Tirkiyê Donald Turmp û Receb Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê axivîne li gorî ku Erdogan ragihandiye, hêzên amerîkî bargeha Til Erqemê li bajarê Serêkaniyê vala kir û tevahiya cabilxaneya xwe ji nuqteyeke leşkerî li Girê Spî kişand.

(şx)


Mijarên Din