Fransa: Ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk dê di lûtkeya Ewropayê de were pêşkêşkirin

Ajansa Rutersê li ser zimanê wezîra dewletê ya kar û barên Ewropayê ya Fransayê Amelie de Monchalan diyar kir ku di lûtkeya Yekitiya Ewropayê de ku dê di hefteya pêş de li dar bikeve, ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê cezayên li dijî Tirkiyê werin nîqaşkirin.

Amelie de Monchalan tev li bernameya radyoya Frans Enter bû û got: “Dê ceza di hefteya pêş de di Parlamentoya Ewropayê de were nîqaşkirin û ev yek li ser maseyê ye.”

Amelie de Monchalan wiha berdewam kir: “Dema em bibînin sivîl di rewşeke xirab de ne û gefê li îstiqrara herêmê were xwarin, em bê deng namînin.”

Ji aliyekî din ve jî Norwec û Fînlandiyayê biryar da ku çekan nefiroşin Tirkiyê.

(kc)

 


Mijarên Din