Fransa: Ewropa dê hêzên hevbeş li Maliyê belav bike

Wezîra parastinê yê Fransayê Florence Parly ragihand ku roja çarşemê hêzên taybet ên hevbeş ên girêdayî YE`yê li Maliyê dê werin belavkirin.

Florense Parly ji rojnamaya La Kirua re got komên destpêkê ji hêzê dê nêzî 100 leşkerên Fransa û Estonyayê bin. Tabûra duyemîn ku ji nêzî 60 leşkerên Çekyayê pêk tê, di Cotmehê dê belav bibin û nêzî 150 leşkerên Swêdê di Çileya 2021`an de tev li wan bibin.

Florense Parly destnîşan kir ku Îtalya jî dixwaze tev li wan bibe.

Li gorî daneyên NY`yê ku ji ber tundiya cîhadî li Malî, Nîger û Burkina Fasoyê di sala 2019`an de herî kêm 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye.

Li herêma beravê êrişên zêde ji aliyê komên radîkal ve têne kirin, tevî ku artêşên nîştimanî li herêmê zêde ne û nêzî 5 hezar û 100 leşkerên Fransayê yên hêzên antîterorê belav bûne.

(bx)


Mijarên Din