Fransa: Deriyên diyalogê bi Îranê re vekirî ne

Wezîrê karên derve yê Fransayê duh ragihand ku deriyên diyalogê heta niha bi Îranê ve vekirî ne.

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian tev li bernameya ‘Le Gran Randy Fu’ ya siyasî bû û got: “Deriyên diyalogê bi Îranê ve re heta niha vekirî ne.”

Jean-Yves Le Drian bi berdewamî got: “Lê divê Îran dev ji van cure karan berde.”

Berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Behroz Kemalondî jî di civîneke çapemeniyê de wiha got: “Me dest bi rakirina bendên li ser xebata lêgerîna pêşxistinê kir. Ev yek jî wê alavên nû yên leztir û pêşketî bide çêkirin.”

(kc)

 


Mijarên Din