Fransa bi mijara DAIŞ û êrîşên Tirk banga civînê li koalîsyonê kir

Fransa bi mijara çeteyên DAIŞ‘ê ku îhtîmala sûdê ji êrîşên Tirkiyê bigire banga civînek awarte li Koalîsayona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê kir.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Ludrian îro ji kanala France 2 re got" Divê koalîsyon bi lez civînekê li dar bixe. Ji ber ku îhtîmal heye DAIŞ`ê sûd ji êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire."

Wezîr wiha domand: "Divê îro tiştên ku divê pêk werin werin gotin. Çawa Tikriyê dixwaze pêş bikeve û çawa em dikarin ewlehiyê cihên ku çete tê de girtî ne misoger bikin."

Her wiha got: "Divê her tişt li ser masayê be ji bo ku em diyar bin."

Fransa li ser asta navdewletî dilive ji bo ku êrîşên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne. Her wiha bangî balyozê Tikriyê yê li gel xwe kir û nerazîbûna xwe ji êrîşan ragihand.

(şx)

 


Mijarên Din