Fransa beşdarî komxebata gazê ya Rojhilata Navîn dibe

Çavkaniyên Misrê diyar kir ku Fransa difikire beşdarî komxebata gazê ya li Rojhilata Navîn bibe ku dê li Qahîrayê li dar bikeve.

Rojnameya "Xaz û Petrol" a Misrê got komxebatê vexwendname ji balyozê Fransayê yê li Misrê Stephan Roumtier re şandiye da ku beşdarî civîna duyemîn a komxebatê bibe.

Rojnameyê li ser zimanê Stephan Roumtier ragihand ku niha hin dan û standin der barê beşdarbûna Parîsê li komxebatê de hene û destnîşan kir ku dan û standinên ku welatê wî bi Misrê û welatên din ên Rojhilata Navîn re dike, ji bo kişandina gazê ye.

Di meha Çileyê de li Misrê avakirina komxebata gazê hate ragihandin û tê de 7 dewlet beşdar dibin; Îsraîl, Filistîn, Urdun, Qibris, Yewnanistan û Îtalya.

(jo)


Mijarên Din