Foza Yûsif: Kongreya Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir

Foza Yûsif bi boneya salvegera 16`emîn a Kongreya Star anî ziman ku Kongreya Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir. Foza behsa rewşa herêmên dagirkirî jî kir û got: "Divê yekser komîteyek ji aliyê NY`yê ve were avakirin û derbasî herêmên dagirkirî bibe, ji ber ku li wan herêman sûcên mezin têne kirin."

Der barê rêxistina jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryarên dagirkeran li herêmên dagirkirî de endama Desteya Hevseroktiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif bersiva pirsên ANHA’yê da.

Kongreya Star 16 sal li du xwe hiştin. Hûn wek endama Desteya Hevseroktiya PYD`ê girîngiya rêxistina jinan li herêmê çawa dinirxînin?

Di serî de salvegera damezirandina Kongreya Star li tevahî jinên Kurd, jinên Sûriyê û jinên azadîxwaz pîroz dikim. Kongreya Star ji bo têkoşîna azadiya jin, ji bo nasnameya jinên Kurd li cîhanê bide nasîn, rêxistina jinên Kurd û azadkirina wan roleke wê ya gelekî girîng hebû. Heya niha di şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê û tevahî Sûriyê de roleke pir girîng lîst. Di avakirina hişmendiya azadî de, di pêşxistina têkoşîna azadiyê de û di avakirina Rêveberiya Xweser de jî Kongreya Star rolekî pir esasî lîst. Heger îro ji sedî 50 jin di Rêveberiya Xweser de û ji sedî 50 jin di sîstema hevserokatiyê de cih digirin û têkoşîna YPJ`ê ya li hemberî  hemû rengên dagirkeriyê, bi piştgirî û têkoşîneke mezin a Kongreya Star ve girêdayî ye. Ji ber ku yek ji hêzên herî sereke piştgirî da YPJ’ê Kongreya Star bû. Kongreya Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir.

Bi çi awayî bandor li ser jinên cîhanê çêbû?

Jinên Kurd bêguman bi nasnameya Kongreya Star û YPJ’ê di tevahiya cîhanê de rengê jina azad derxist holê. Êdî jin bûn nasnameya şoreşa Rojava. Ev destkeftiyeke gelekî girîng e. Serkeftina jinan li tevahiya cîhanê bandora xwe di aliyê moral û manewî kir û hêza azadiyê ya jinan derxist pêş. Tevgera azadiya jinan a Kurdistanê û gavên ku li Rojavayê Kurdistanê avêtin, ji bo tevahî jinan bû îlhameke têkoşînê. Careke din tevgera azadiya jinan li cîhanê zindî kir. Rewşa îro jin li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê  Sûriyê ava kiriye, rewşeke pir pêşketî ye di aliyê demokratbûyînê de û ev bala her kesî dikişîne.  Asta ku jinan qezenc kiriye, di cîhanê de rêza yekemîn e. Lewra têkoşîna azadiya jinan li vir ronahiya xwe daye hemû cîhanê û ji tevahî cîhanê re mizgîniyeke azadiyê ye.

Têkoşîneke mezin li herêmê dimeşe û li kêleka wê jî qetilkirin û kuştina jinan jî berdewam dike, hûn van bûyeran çawa dinirxînin?

Bêgûman di van salên derbasbûyî de ji bo mafên jinan gelek guhertinên şoreşgerî çêbûn. Lê belê hîn jî pirsgirêkên me gelekî giran in. Hîn jî li warên me jin tên qetilkirin, xwekujî çêdibe û tundî li ser jinan tê meşandin. Wekî rêxistinên jinan me xwe negihandiya tevahî jinan, me hin çareserî ji bo tevahî jinan neanîne. Ji bo wê li kelêka gavên dîrokî yên Kongreya Star pêş xistine, hem Kongra Star hem jî hemû saziyên jinan, pêwîst e careke din pirsgirêkên jinên civakê, pirsgirêkên malbatî bi awayekî xurttir destwerdanê lê bikin û ji bo çareserkirina van pirsgirêkan em ê têkoşînê bilind bikin.

‘DI SALA 2021`AN DE EM Ê JINAN BÊ HIŞMENDIYA AZADIYÊ NEHÊLIN’

Kiryarên deshilatdar û tundiya li hemberî jinan, ev ne tiştekî nû ye, dîrokeke wê ya dirêj heye û bi çend salan ev çareser nabe. Lê belê her tim bi israr û biryareke mezin divê em têkoşîna xwe mezin bikin, tu jinan bê çare nehêlin, em xwe bigihînin hemû jinan û rêxistina xwe li hemû deran belav bikin. Sala 2021`an ji bo Kongreya Star û tevahî rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî hemleyeke nû ya azadiyê di hundirê şoreşa jinan de, em ê bi pêş bixin û em ê jinan bê hişmendiya azadiyê nehêlin.

Divê partî jî xwe berpirsyar bibînin. Pirsgirêkên civakî gelekî giran in, ji bo wê jî em nikarin siyaseteke demokratîk bimeşînin heger em jinan nekin xwedî îrade. Heger jin di civaka me de hîna tên kuştin, wê demê berpirsyariyeke mezin dikeve ser mile hêzên siyasî ku bi rola xwe ya guhertin û veguhertina hişmendiyê ranebûne. Em her tim dibêjin azadiya jinan bingeha tevahî azadiyên civakî ye. Em wek partiyên siyasî nikarin xwe ji wê dûr bixin. Ji bo wê jinên di tevahî partiyên siyasî de û kesên ku xwe pêşengên civakê dibînin, divê di pirsgirêka jinan de jî xwe berpirsyar bibînin û her kes ji aliyê xwe ve rolekê bilîzê ji bo ku em van kiryarên li hemberî jinan bi dawî bikin.

Ji aliyekî din ve şer sedemeke esasî ya kûrkirina aloziyan di malbatê de ye. Penaberî û krîza aborî bi awayekî mezin bandorê lê dike. Pirsgirên aborî di aliyê malbatê de jinan zêdetir bi tundiyê re rû bi rû dihêlin ku mêr li dijî aloziyê hêrsa xwe li ser jinan re derdixe. Bandora koronayê jî mezin bû ku pirsgirêkên mezin zêde kirin. Dema ku di têkiliyan de pirsgirêk hebin di van pêvajoyan de, alozî zêdetir kûr dibin. Gelek sedem hebûn ku hişt bûyerên wiha çêbin. Lê belê em van nikarin bikin hincet. Rola rêveberiyê, rêxistinan, partiyan, rêxistinên jinan ew e ku hişmendiya azadiyê di her taxakê de û li gel her jin û mêrekî ava bikin. Lewra di civakê de pirsgirêka herî esasî jî pirsgirêka hişmendiyê ye

Ev rewşa heyî dihelê ku em bi rexnedayîn nêz bibin. Me çi qas rola xwe lîst ku em pêşiya wan bigirin. Ji bo hemû hêzên civakî, hêzên siyasî yên ku xwe berpirsyar dibînin, ber civaka xwe de vê pirsê bikin ku me çi qas rola xwe lîstiye ku em wan bûyeran bidin rawestandin. Di vê derbarê de gelek kêmasî û erkên ku pêk nehatine ,hene. Sala 2021`an wekî pêvajoya rexnedayînê divê dê dîtin.

Li 3 herêmên di bin dagirkeriyê de bi taybet jin rastî tundiyên mezin tên. Ruxmî ew qas dîmen û wêneyên hovîtiyê hatin belavkirin jî, lê li ser asta cîhanê tu helwest nehat nîşandan, hûn der barê vê yekê de çi dibêjin?

Ji destpêkê ve heya niha siyaseteke taybet li van herêman tê meşandin. Vê siyasetê em nikarin tenê bi dewleta Tirk ve girê bidin. Bêdengiya cîhanê li hemberî komkujiyên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tê, heye. Heta niha her çi qas hewldan çêbûn hîn jî rêxistinên jinan, rêxistinên mafên mirovan, yên Netewên Yekbûyî (NY) derbasî wan cihan nebûne. Ew qas revandina jinan û kiryarên li hemberî jinan tên meşandin, heman hişmendiya DAIŞ`ê ya ku li hemberî jinên Şengalê pêk aniye, îro li Efrînê jî tê meşandin.

Rêxistinên mafên mirovan, rêxistina NY û rêxistinên jinan, divê yekser bikevin nava tevgerê û rewşa li wir belge bikin. Dewleta Tirk îro li wan waran gelekî ji holê radike, jenosîdê hem li ser Kurdan hem jî li ser jinan dimeşîne. Kiryarên ku dewleta Tirk pêk tîne, asta herî mezin a faşîzmê ye û divê ew bê dadgehkirin. Rêxistinên ku bê deng dimînin û yên rola xwe nelîstiye, tekez ew jî dibin hevkarên van sûcan. Ji ber ku erka wan e ku biçin çavdêriyê bikin, ji bo ku bi cîhanê re li wir çi çêdibe, parve bikin. Heger zextên pêwîst li ser dewleta Tirk û çeteyên wê çênekin, ev sûcek li hemberî gelê me ye û cihê şermezariyê ye. Ev hêzên ku li herêmên me yên dagirkirî kiryarên terorîstî dimeşînin, divê bikevin lîsteya terorê û hesab ji wan bê xwestin. Qatilên Hevrîn Xelef li Efrînê tên dîtin. Ev hêzeke mezin dide çeteyan ku hinek kiryaran pêk bînin.

Banga me ew e ku yekser komîteyeke hevbeş a taybet ji bo şopandina rewşa herêmên me yên di bin dagirkeriyê de bê avakirin û herin wan herêman binêrin, li wan deran çi diqewime û sûcdaran keşif bikin. Ji ber wê berpirsyariya wan ew e ku di demeke kurt de komîteyeke taybet ji aliyê  NY`yê ve bê avakirin û ev komîte biçe herêmên dagirkirî û demografiya li wir çawa tê guhertin, jin bi çi re rû bi rû dimînin, mirovên me li wir çawa tên qetilkirin, bibîne.

Dan û standinên we der barê vê mijarê de bi dewletan re hene gelo?

Di hemû hevdîtinên me de li ser vê mijarê bi awayekî cidî radiwestin. Rojeva me ya esasî ev e. Lê heya niha li hemberî kiryarên dewleta Tirk çavgirtin û bêdengî heye.

Bersiva hêzên ku hûn bi wan re hêvditinan dikin, der barê vê mijarê de çi ye?

Dibêjin 'Em jî dişopînin, em jî li dijî wan in" lê gavên pratîk û şênber ku pêşiya wan kiryaran bigire, nehatine avêtin.

Li Efrînê gelek caran em nûçeyên revandina jinan didin ku zêdetirî hezar jin ji Efrînê hatine revandin û li gelek welatan hatine firotin. Herî dawî jî derket holê ku jinên efrînî firotine çeteyên Lîbyayê, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ne cara yekem e ku dewleta Tirk van kiryaran dike. Dewleteke ku bi cenazeyên şehîdan dilîze, mirovên siyasetmender digire û dixe zindanan, pratîka wan a Barîn û Ekîn li holê heye. Ji bo îradeya jinên Kurd bişikîne hemû kiryar û rêbazan bi kar tîne. Wan nûçeyan bêguman em jî dişopînin û hewl didin xwe bigihînin rastiya wan. Li ser van kiryarên der heqê jinan de rêxistinên jinan û komîsyona jinan ya NY`yê pêwîst e komîteyekê derxe ji bo şopandina firotina jinên li Lîbyayê û herêmên ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe lê dimeşîne. Ev sûcekî mezin e li dijî azadî, îradeya jinan û li hemberî gelê Kurd. Banga me ew e ku rêxistinên jinan bêdeng nemînin û li jinên ku bi kiryaran re rû bi rû mane, xwedî derkevin.

ANHA


Mijarên Din