Foza Yûsif: Siyaseta bêyî jinan, siyaset şer, dagirkirî û dijberiya demokrasiyê ye

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif diyar kir ku bêyî jinan siyaseteke demokratîk ne pêkan e, ji ber vê Meclisa Jinan a PYD'ê hewl dide fikirê siyaseta demokratîk di nava hemû aliyan belav bike.

Têkoşîna li dijî rêgeza ku têkiliyên siyasetên tenê bi dewletê û navendên rêveberî û desthilatdariyê ve girêdayî bi aktîvkirina civakê di qada siyasî de dest pê dike. Bi wateyeke din civak bibe xwedî biryar û jin di qada siyasî de were beşdarkirin û rêveberiya civakê bike.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikarî li hemberî rêgeza siyaset û dewletê têbikoşe û li beramberî vê sîstemeke hevpar û nenavendî ya ku xwe dispêre hevserokatiyê pêş xist. Di vê sîstemê de biryar û pêşniyarên diyarkirina çarenûsa herêmê a hemû beşên civakê heye.

Li ser vê jinên di Partiya Yekitiya Demokratîk de (PYD) di sala 2018'an de meclisa xwe ava kirin. Bi vê, PYD dibe partiya yekemîn ku demokrasiyê di nava partiyê de pêk tîne ku rêzê ji xisûsên siyasî yên jinan digire.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif têkildarî rola jinan di siyasetê de ji ANHA'yê re axivî.

Foza Yûsif destnîşan kir ku jin di şoreşa Rojava de beşdarî qada siyasî bû da ku siyasetê demokratîk bike û got: "PYD’ê roleke girîng di sîstema hevserokatiyê de lîst. Rola jinê di hemû beşên rêxistinî yên partiyê de çalak e. Bêyî jinê siyaseteke demokratîk ne pêkan e."

Foza Yûsif îşaret pê kir ku hêzên dijberî şoreşê bi zanebûn jinan dike hedef û hedefkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef mînaka vê yekê nîşan da û wiha domand: "Hêzên dijberî şoreşê ji hebûna jinan di qada siyasî û navenda biryarê de ditirsin. Ji ber vê yekê hewl didin desthilatê di bin hikmê zihniyeta baviksalarî de bihêlin. Lewra êrişên li ser jinan nasekinin û sivik nabin."

'SIYASETA BÊYÎ JIN SIYASETA DIJBERIYA DEMOKRASIYÊ YE'

Foza Yûsif destnîşan kir ku Meclisa Jinan a PYD'ê teqez dike ku siyaseta bêyî jinan siyaseta şer, dagirkerî û dijberiya demokrasiyê ye û ev tişt got: "Bi rêya aktîvkirina meclisa jinan di partiya siyasî de em şerê wê zihniyetê dikin, ji ber ku pêwîstiya siyasetê bi demokrasiyê heye."

Foza Yûsif bal kişand ser rola jinê di PYD'ê de û wiha pê de çû: "Li dewletên din, rola jinan di partiyekê de buro an beşeke şiklî ye, lê PYD'ê ev rêgez hilweşand û şerê wê kir. Di vê derbarê de jinan meclisa xwe ya taybet di nava partiyê de ava kir da ku pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Çareserkirina pirsgirêkên jinan avakirina rêxistinên berfireh dixwaze, ku karibe bi domdarî rewşa jinan bişopîne û têkoşîna wan bi pêş bixe. Ji lewra meclis hewl dide nêrînên cûda bide û bandorê li raya giştî ya partiyê bike."

Têkildarî girîngiya avakirina meclisê Foza diyar kir ku heke partî di hundirê xwe de ne demokratîk be, nikare siyaseteke demokratîk ava bike yan jî behsa demokrasiyê bike.

'KONGREYA DUYEMÎN DERFETEK JI BO LÊKOLÎNKIRINA PIRSGIRÊKÊN JINAN E DA KU BIGHÊJE ÇARESERIYÊ'

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif da zanîn ku kongreya dueymîn a Meclisa Jinan a PYD'ê di pêvajoyeke hestiyar û girîng de hate lidarxistin ku li dijî jinan êrişên siyasî, aborî, exlaqî, şerê taybet û şerê derûnî tê meşand û ev nirxandin kir: "Meclis dê pirsgirêkên jinan ên vê demê lêkolîn bike da ku bigihêje çareseriyên girêdayî çawaniya têkoşîna li hemberî pirsgirêkan, her wiha eniya jinan xurt bike û têkoşîn û rêxistinbûna wan bi pêş bixe."

Foza Yûsif got ku lidarxistina kongreya duyemîn di demekê de ku jin têne kuştin, tecawizkirin û xwe întîhar dikin ew ku meclisa jinan têkoşîn û kêmaniyên xwe li hemberî van pirsgirêkên û nedîtina çareseriyan rexne bike û got: "Tevî guhertin û pêşketinên civakan lê jin hîna tên kuştin, dawî li jiyana xwe tînin û têne tecawizkirin. Yanî kêmasî hene. Ji ber vê ji hemû tevgerên jinan tê xwestin ku seferber bibin û çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibînin."

Foza Yûsif destnîşan kir ku xebata siyasî ya Meclisa Jinan a PYD'ê ew e ku xwe bigihîne hemû jinan, pirsigrêkan wan bibîne û çareseriyê jê re peyda bikin û got: "Ji ber ku meclisa jinan xwe atlernatîfa rêgeza siyasî ya heyî dibîne, hewl dide guhertin û pêşketinê li herêmê bi taybet û Sûriyê bi giştî pêk bîne."

'DESTKEFTIYÊN ŞOREŞA JINÊ WÊ BIKEVIN XIZMETA YEKITIYA NETEWÎ'

Foza Yûsif diyar kir ku xewna dayîm a gelê Kurd yekitî ye û xwesteka wê ya tekane be heta pêk were û got: "Heke yekitî demorkatîk be wê bikeve xizmeta gelê Kurd. Lê heke îradeya jinê di ber çavan re neyê girtin ne mumkîn e civakek azad û demokratîk ji bo gelê Kurd were afirandin. "

Endama Desteya Hevserokatiya PYD' Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yekitiya kurdî dozeke stratejîk û girîng e, divê rola jinê pêşeng be û destkeftiyên şoreşa Rojava ku şoreşa jinê ye bixin xizmeta pêkanîna yekitiya netewî.

ANHA


Mijarên Din