Foruma Çandê ya Helebê şahiyek ji zarokan re li dar xist

Bi boneya cejna Remezanê Foruma Çandê ya Helebê şahiyek li Komeleya Piştevaniya Zarokên Sêwî ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. 

Foruma Çandê ya Helebê îro bi boneya cejna Remezanê şahiyek ji zarokên sêwî yên li Komeleya Piştevaniya Zarokên Sêwî re li dar xist.

Di şahiyê de rêveber û endamên saziyên taxa Şêxmeqsûd amade bûn. Şano, dîlan û stran di şahiyê de ji zarokan re hatin pêşkêşkirin.

ANHA


Mijarên Din