Forma Teewese piştgiriya xwe bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ragihand

Forma Teewese ya Piştgiriya Gelan a li paytexa Mexirb Rîbatê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi gelên herêmê re ragihand û banga rawestandina êrîşan kirin.

Forma Teewese ya Piştgiriya Gelan a li paytexa Mexirb Rîbatê ji bo piştgiriya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: " Artêşa Tirk û çeteyên wê bi hincetên ne rast ya şerê li dijî ‘terora‘ hêzên QSD‘ê êrîş gelên herêma rojhilatê Firatê ya Sûriyê, Kurd, Suryan, Asur, Ereb, Tirkman û Êzidî dike. Hemû qanûnên navdewletî binpê dike. Ev êrîş di çarçoveya êrîşên qirkirina gelên herêmê de li pêşberî çavên cîhanê têne kirin.

Cîhan dizane ku QSD`ê bi tenê di eniyên şer de li Sûriyê li dijî DAIŞ`ê şer kir û xîlafeta wê ya terorîs têk birin. QSD‘ê parastina mirovahiyê kir û bi hezaran şehîd û birîndar dan.

Di encama êrîşên Tirkiyê de bi sedan sivîl ji temenên cûda hatin qetilkirin, binsaziya herêmê hate rûxandin, her wiha bi hezaran sivîl hatin koçberkirin. Ev êrîş bi piştgiriya komên  îslamî yên tundraw ên ji bermahiyên DAIŞ, El-Qaîde, Ehrar El-Şam û komên din ên (Artêşa niştimanî ya sûriyê ya terorîst) pêk tê.

Li ser vê yekê em Forma Teewese Tanamort a Piştgiriya Gelan radigihînin:

*Em piştgriya xwe bi gelê Kurd, Suryan, Ermen, Asur, Êzidî, Tirkmen û Ereb ên herêmên rojhilata Firat a Sûriyê radighînin.

* Em êrîşên rejîma Tirkiyê ya dijber, dagirker û qirkirinê şermezar dikin.

* Em bang dikin ku demildest êrîşên derexlaqî yên Tirkiyê bên rawestandin û gelên herêmên Rojhilatê Firatê ji qirkirina bi koman desthilatdariya Tirkiyê dixwaze vê yekê pêk bîne,werin parastin.

* Em bang dikin ku guhertina demogarîk û nasname ku rejîma Tirkiyê hewl dide pêk bîne, were qedexekirin û alîkarî ji koçberan re were şandin.

* Mafê gelên Rojhilatê Firatê ya Sûriyê ye bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin."

(rr)

ANHA


Mijarên Din