​​​​​​​Foca agirkujiyê karê xwe bê navber didomîne

Hemû aliyên ku ne di nava qedexeya derketinê de ne, bi hemû rê û rêbazan hewl didin bikevin xizmeta gel û wan ji Koronavîrusê ku bûye şewbeke cîhanî, biparêzin. Yek ji wan jî foca agirkujiyê ye. Foca agirkujiyê bang li şêniyan kir ku gilêşê di dema wê de biajêvin.

Ji bo xweparastina ji Koronavîrusê (Covid-19) ku bi hezaran kes li seranserê cîhanê dan  ber xwe, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve di roja 10`an de dewam dike. Komîteyên Rêveberiya Xweser bi rêya tedbîran hewl dide pêşî li belavbûna vîrusê li herêmê bigire û tenduristiya welatiyan biparêze.

Ji roja destpêkê ya ragihandina qedexeya derketina derve ve, aliyên ku ne di nava qedexeyê de ne ji bo parastina şêniyan karê xwe dewam dikin. Yek ji wan jî focê agirkujiyê ye ku bêyî rawestandin ji saetên destpêkê yên sibehê heta êvarê kar dike.

Yek ji karên sereke ku foca agirkujiyê li herêma Cizîrê pê radibe, paqijkirin û dezenfektekirina kolan, têketin û derketina bajaran, sûk û cihên giştî ye.

Ajokarekî focê li bajarê Qamişlo Ehemd El-Elî diyar kir ku ji destpêka belavbûna Koronavîrusê li cîhanê re û piştî ragihandina qedexeya derketina derve li herêmê ew ji her rewşê re amade ne.

El-Elî bang li hemû welatiyan kir ku alîkariya wan bikin, gilêşê di dema wê de biajêvin, li malên xwe bimînin û tedbîran paşguh nekin û wiha daxuyand: "Parastina tenduristiya welatiyan, erkeke me ya mirovî ye."

Şaredariya Gel a Qamişlo dema avêtina gilêşê ji saet 7:00 heta 10:00`ê sibehê diyar kir.

Der barê madeyên ku li kolan û cihên giştî belav dikin û bandora wan li ser civakê de El-Elî wiha dewam kir: "Madeyên tên belavkirin, zirarê nadin mirovan. Di dema belavkirinê de jî em tedbîrên xweparastinê bi temamî digirin."

Yek ji endamên foca agirkujiyê li bajarê Qamişlo Xorşîd Ibrahîm Mihemed jî îşaret bi girîngiya pêkanîna biryaran kir û bang li şêniyan kir ku ger rewşeke lezgîn an awarte tune be, demên ji bo derketinê hatine diyarkirin bi kar neynin. Mihemed wiha got: "Li welatên ku şewb lê belav bûye, kerastan rû da. Em naxwazin ev yek li herêmên me dubare bibe."

Mihemed her wiha diyar kir ku di demên hemleya paqijiyê de, ji ber tevgera çûn û hatinê û gera welatiyan, karê wan asteng dibe, nexasim li pira diçe Qenet Siwês û kolanên din ên sereke.

(cx(

ANHA


Mijarên Din