Fîlmên ku tev li Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê bibin, diyar bûn

Amadekariyên Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya navneteweyî ya ku Komîna Sînemayê Avrîn çavdêriya wê dike, ber bi dawiyê ve diçin. Komîteya amadekar a mîhrîcanê navên fîlmên ku dê tev li mîhrîcanê bibin eşkere kirin.

Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya navneteweyî sibê dê dest pê bike.

Komîteya Amadekar a ku ji 7 kesan pêk tê, dest bi wergerandima fîlman  ji zimanên erebî û kurdî kir.

Mîhrîcana Lêlûlê dê li kampên Serdem û Berxwedan li kantona Şehbayê li dar dikeve. Li ser asta cîhanê mîhrîcana yekemîn e ku fîlman ji tevahiya cîhanê pêşwazî dike. Li gel pêşendana fîlman di dirêjahiya hefteyekê de dê çalakiyên hunerî yên cuda li dar bikevin. Mîhrîcan dê bi şahiya belavkirina xelatan bi dawî bibe.

Berpirsên mîhrîcanê ji vê çalakiyê dixwazin azarên gelan û çanda wan ragihînin. Deriyê avakirina peywendiyan bi derdorê re ava bikin. Çand bi tevahiya gelan û civakan re parve bikin, tecrubeyên hunerî yên di warê sînemayê de veguhêzin û ji tecrubeyên civakên di vî warî de pêşketî sûdê wergirin.

Di mîhrîcanê de wê pêşbirkên kurtefîlm, fîlmên dirêj û belgefîlm hebin.

Wê kurtefîlm, baştirîn fîlmên dirêj, baştirîn belgefîlm werin xelatkirin. Her wiha dê xelata komîteya nirxandinê ya taybet hebe û dê xelatên sembolîk (sembola jina azad) li kesên serkeftî werin belavkirin.  

FÎLMÊN KU DÊ DI MÎHRÎCANÊ DE WERIN PÊŞANDAN

Piştî ku Komîna Sînemayê ya Avrîn amadekariyên xwe temam kirin, 58 fîlm ji 2 hezar û 200 fîlman li gorî hejmara rojên Berxwedana Serdemê hilbijartin. Komîteya Amadekar navên fîlmên ku dê tev li mîhrîcanê bibin eşkere kirin. Fîlm ji Almanya, Silovenya, Efganistan, Iraq, Îrlanda, Venezuela, Danîmarka, Awistralya, Lubnan, Hungarya, Tişêlî, Malta, Fransa, Espanya, Îtalya, Tirkiye, Hindistan, Çîn, Yewnanistan, Urdun, Azerbêcan, Tûnis, Mexrib, Îran, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar dibin. Fîlmên beşdar dibin wiha ne:

General Dream, derhêner Dave Lojekt Linda Hecquet, dema wê 7 deqe ne.

Funamentalism, derhêner Mitja Mancek dema wê 7 deqe ne.

ELEPHANT BIRD, derhêner Mesûd Suhêlî dema wê 15 deqe ne.

Best Pirze, derhêner A Government Employee dema wê 10 deqe ne.

Hangman, derhêner Joseph  Fuller dema wê 1 deqe.

Lionverse, derhêner Hayden Chun Mok dema wê 3 deqe û 24 saniye.

Mision H2o, derhêner Alvaro Caceres dema wê saetek û nîv e.

Song Sparrow, derhêner Rarzaneh Omidvarnia dema wê 11 deqe û 43 saniye.

Irony, derhêner Radheya Jegatheva  dema wê 7 deqe û 53 saniye.

The Red Mountain, derhêner Kemal Harb dema wê 14 deqe û 40 saniye.

Finding Bees, derhêner Milan Jurkovvic Zsolt Poroszka Magyar dema wê 25 deqe.

A.D.A.M, derhêner Pablo Roldan dema wê 17 deqe.

The Eyes of The Artist, derhêner Hirstijan Kostovski  dema wê 11 deqe û 34 saniye.

Azadî, derhêner Arsîn Çelîk dema wê 2 saet û 22 deqe.

Têla cilan, derhêner Mehmûd Çaqmaqî dema wê 5 deqe.

Beware the Wolf, derhêner Julie Rembauville dema wê 1 deqe.

Electric, derhêner Francois Guen dema wê 3 deqe û 33 deqe.

MIME YOUR MANNERS, derhêner Karte Namowic Skyler Porras dema wê 3 deqe û 20 deqe.

The 1%, derhêner Gustavo Coletti dema wê 1 deqe û 27 saniye.

The Long Night Of Imaginiation, derhêner Samuael Sebastian dema wê 1 deqe û 27 saniye.

The Same Story, derhêner Ivan Molina Jimenez dema wê 30 deqe.

Above The Knee, derhêner Labib Ezzat dema wê 8 deqe û 8 saniye.

Barzakh, derhêner Hisên Husam dema wê 13 deqe û 12 saniye.

Narions Like you, derhêner Ramî El-Gabry dema wê 6 deqe û 48 saniye.

Spinning top, derhêner Mohammed S. Jouri dema wê 12 deqe û 41 saniye.

Gry The Sky, derhêner Shahram Qadir dema wê saetek û 21 deqe.

Orange Man Dreams, derhêner Shirin Jahani dema wê 5 deqe û 40 saniye.

Dis-play, derhêner Adrian Ricci dema wê 4 deqe û 52 saniye.

Faceboom- La Grande Pioggia, derhêner Massimo Fanelli dema wê 15 deqe.

Return, derhêner Selman Deniz dema wê 18 deqe û 34 saniye.

Husu!, derhêner Nursel Dogan dema wê 14 deqe û 48 saniye.

Step, derhêner Ajay Praksh Ghogare dema wê 49 saniye.

Corona-End of the world,, derhêner Dushyant Kapoor dema wê 7 deqe û 9 saniye.

Keep your first purpose, derhêner Mai Erdan dema wê 4 deqe û 45 saniye.

Handshake derhêner KATERINA SIGAL dema wê 3 deqe û 17 saniye.

Under The Shadows, derhêner Sumay Berekat dema wê 3 deqe û 42 saniye.

Winged Miracle, derhêner Zahera Mirrza dema wê 7 deqe û 35 saniye.

WITH..OUT, derhêner HABUERT BAK PIOTR KUSAL LANTONA û dema wê 5 deqe ye.

TOUJANE, derhêner KHEMAIS(KAMO) HMADI û dema wê jî 20 deqe û 43 saniye.

CV, derhêner ABDELFATTAH SERRARI û dema wê 19 deqe û 34 saniye ye.

GHOST OF SPACETIME, derhêner KARIM TAJOUAOUT û dema wê 8 deqe û 35 saniye ye.

Ber bi Rojê ve ji, derhêner Zîlan Silêman.

WHITE FISH SEASON ji, derhêner GHORBAN NAJAFI û dema wê 1 deqe û 36 saniye.

SAHIN ji, derhêner SALAR TEHRANI û dema wê 1 deqe û 35 saniye.

ZHIRLEH ji, derhêner BAHAR RONAHI dema wê 1 deqe û 1 saniye ye.

NARGES MAST ji, derhêner JALALEDDIN DORRI û dema wê 1 deqe û 38 saniye.

LOWEST FLOOR ji, derhêner OMEDEZA KHERKAHAH û dema wê 14 deqe ye.

PASSWORD ji, derhêner HASSAN MOKHTARI û dema wê 1 deqe ye.

MOUNTAIN ji , derhêner TEYMOUR GHADERI û dema wê 2 deqe ye.

THE CASTLE ji, derhêner SABA  GHSEMI û dema wê 37 deqe û 14 saniye ye.

THIS SIDE, OTHER SIDE ji, derhêner LIDA FAZILI û dema 8 deqe û 51 saniye ye.

THE TUMOR ji derhêr JAVAD KANJI û dema wê 2 deqe ye.

PLAY WITH PAIN ji, derhêner HAMED SHYESTEH û dema wê 20 deqe ye.

FINISH ji, derhêner SAEED NAGHAVIAN û dema wê 3 deqe û 45 saniye ye.

AS, AD, S OLIVE TREE ji, derhêner AHMAD ZAYERY dema wê 20 deqe ye.

COMMAND ji, derhêner FARSHID ABDI û  dema wê 5 deqe ye.

THE OLD MAN AND THE SINGER ji, derhêner AMIR OSNALOU û dema wê 33 deqe ye.

STRAWBERRIES ji, derhêner MANOS KARYSTINOS û dema wê 9 deqe û 41 saniye ye.

(şx-eh)

ANHA


Mijarên Din