Fîlmê ‘Berbû’ jiyana li Serêkaniyê ya berî û piştî dagirkeriya Tirk vedibêje

Komîna Fîlm a Rojava bi hevkariya Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê fîlmê "Berbû" bi dawî kir. Fîlm li ser azarên gelê Serêkaniyê û Girê Spî û binpêkirinên di dema topbarana dewleta Tirk de ye.

Di demên dawîn de, nexasim bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re sînemaya kurdî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên serkeftî avêtin. Jinên herêmê xwedî mohreke taybet di wê pêşketinê de ne.

Tîma fîlmê ji destpêka meha Nîsanê ve dest bi nivîsandina senaryoya fîlmê û perwerdekirina lîstikvanan kir û di destpêka meha Tîrmehê de dest bi kişandina fîlmê kir. Tê payîn ku di vê hefteyê de kişandina fîlmê bi dawî bibe û dê kişandina dîmenên taxên bajarê Dêrikê dewam bike.

Fîlmê ‘Berbû’ li ser jiyana 3 jinan e, ya berî û piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî.

Bûyerên fîlmê li ser hêvî û xewnên gelek jinan e, ku hinek ji wan li ber zewacê ne, hinek jin ducanî ne û li benda zarokekî nû ne. Lê belê artêşa Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmê re xewn û hêviyên wan bi dawî kirin. Fîlm li taxa Cûdî ya bajarê Dêrikê hate kişandin.

Di dema amadekirin û kişandina fîlmê de li taxa Cûdî ya Dêrikê, ANHA`yê hevpeyvînek bi derhênera fîlmê û endama Komîna Fîlm a Rojava Safînaz Evdikê re çêkir ku ji bajarê Serêkaniyê ye û beşa sînemayê li Peymangeha Cegerxwîn a Amedê xwendiye. Safînaz wiha got: "Armanca amadekirina vê fîlmê, diyarkirina rewşa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ya berî û piştî êrişan e."

Safînaz wiha domdand: "Gelek dayik li bendê bûn ku zarokên xwe bizewicînin, hinekî ji wan ducanî bûn. Ciwanan jî amadekariya sala nû ya xwendinê dikir. Lê belê piştî dagirkirina Tirkiyê û bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên li Serêkaniyê, jiyan û tevger rawestiya."

Safînaz wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Wekî hunermend û derhêner, armanca me ji fîlmê ew e ku em rastiya li Serêkaniyê ji tevahî cîhanê re nîşan bidin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din