‘Firokeyên li Lubnanê hatin rûxandin bi armanca sîxuriyê hatibûn şandin’

Kanala ‘News24i’ ya Îsraîlê ragihand ku her du firokeyên ku beriya 2 rojan li taxa başûrê Beyrûdê hatin rûxandin an jî rûxiyan, ji bo sîxuriyê hatibûn şandin.

Duh êvarê Hizbullaha Lubnanê kifş kir ku her du firoke teqemenî bar kiribûn. Di vê derbarê de çavkaniyên News24i ragihand ku teqemenî tenê bi armanca rûxandina  xwe hatibûn şandin.

Di wêneyan de ku bi rêya peykê hatine kişandin, rêgeha firokeyan diyar dibe. Firoke nêzî 5 km nêzî taxa başûr û ji nîvê Deryaya Spî digeriyan. Li vir jî nuqteyên çapemeniya Hizbullahê hene û firoke jî li wir rûxiyan.

Çavkaniyên News24i diyar kir ku ji erka wê ye ku agahiya çêkirina firokeyan piştrast li dewleteke din e, ne li Îsraîlê hatine çêkirin û paşê erka wan bû leşkerî.

Dane li ser esasê çavkaniyên Îsraîlê hatin bidestxistin. Tê zanîn ku çavkaniyên Îsraîlê ji kêliya destpêka rûdana bûyerê ve behsa vê yekê kir û destnîşan kir ku her du firoke ne yên Îsraîlê ne lê yên Îranê ne û di nav firokeyên Feyleq El-Quds de bûn. Her wiha bi erka li bakurê Îsraîlê êrîş pêk bînin, hatibûn şandin.

(eh) 


Mijarên Din