Firneya Şedadê rojane 14 ton nan derdixe

Piştî ku Komîteya Firne û Aşan a Meclisa Şedadê û rêxistina Aktid alavên nû ji firneyê re peyda kirin, rêjeya berhema firneya li navçeya Şedadê gihaşt 14 tonan.

Firneya alî ya navçeya Şedadê yek ji firneyên girîng li herêma başûrê Hesekê ye. Firne ji bo 300 gundan  ku hejmara şêniyên tê de zêdetirî 10 hezar e, dixebite. Ji ber xebata sererastkirin û berfirehkirina avakirinê û sazkirina alavên nû, firne di 10`ê Îlonê xebata xwe rawestand.

Xebata sererastkirinê ji ber zêdebûna daxwaza welatiyên navçe û gundên girêdayî wê ji nan re û ji ber zêdebûna rêjeya berhem û derbaskirina zirarên ku di alavên kevn de derdikevin ku di encama wê de aloziyeke mezin li ser firneya din çêbûn, pêk hat.

Endamê Komîteya Çavdêriya Firneyan Mihemed Medlûl da zanîn ku bi rêya hevkariya di navbera Komîteya Firne û Aşan li Şedadê û rêxistina Aktid "Navenda hevkariya teknîkê", firne berfireh kirin û hemû alavên pêwîst û hemû made û motorên berfirehkirina mekanîzmaya xebata firneyê û zêdebûna enerjiya wê ya berhemî, peyda kirin.

Medlûl destnîşan kir ku piştî xebata sererastkirinê rêjeya berhema firneyê ji 12 ton bû 14 ton û daxwaz ji rêveberiya firnan kir ku ard zêde bikin, ji ber firneyê tenê 10 ton ard digire û firneya alî nan li komînên xeta rojhilat û navçeya Şedadê belav dike û ardê heyî têrê nake.

Her wiha welatiyê bi navê Mihemed El-Herîs ji şêniyên navçeya Şedadê spasiya rêveberiya xebata firneyê kir û hêvî kir ku ji berê baştir be.

(jo)

ANHA


Mijarên Din