Filmê "Sêwî, lê.." li Minbicê hate pêşandan

Li Minbicê bi tevlîbûna bi dehan kesî carana yekemîn filmê "Sêwî, lê.." hate pêşandan û der barê film de paneleke hate lidarxistin.

Filmê "Sêw, lê.." ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê û Gerînendeya Huner û Şanoyan a Minbic û gundewarên wê ve hatiye amadekirin. Film behsa azarên zarokan di dema şer de, bandora şer li wan, her wiha destekdayîna wan zarokan re dike.

Film îro Navenda Çand û Hunerê bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û hejmareke rewşenbîrên herêmê, endamên navenda çand û hunerê hate pêşandan û girêdayî film panelek hate lidarxistin.

Panel, ji aliyê Rêvebera Navenda Çand û Hunerê Roz Îshaq, derhênerê film Ehmed Şihade, rojnamevan Xelîl El-Hac û cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya şaxê Minbicê çalakvana di cîhana zarok û jinê de Fatima El-Şerq ve hate birêvebirin.

Di panelê de der barê filmê "Sêwî, lê.." de armancên wê, çawaniya destekdayîna bi zarokan re hatin şîrovekirin. Roz Îshaq hin pirsên girêdayî rola dayikê di xwedîkirin û perwerdkirina zarokan, sedema revan zarokan ji mal an jî kar re ji peşdaran re kir. Her wiha rêyên çareserkirina pirsgirêkên dirûnî yên zarokan hatin vegotin.

Derhêner Ehemd Şihade, zarok, pêvajoyên tê re derbas dibe, hewcedariya wan bi rihetiyê û destekda dirûnî pênase kirin.

Xelîl El-Hac jî girîndiya ku kadroyiên perwerdeyê desteka dirûnî bidin zarokan destnîaşn kir û got: "Divê em bixebitin da ku zarokan ji bandora şer xilas bikin."

Piştî panelê film hate pêşandan. Film ji aliyê Ehemd Şihade û Şaban Îdo ve hatiye derhênerkirin. Kamîrevan: Feysel El-Sito, Ehmed El-Casim û Ehmed El-Îdo. Mûzîk û montaj: Ûsama El-Dilêmî. Lîstikvan: Eyûb Şihada, Ebû Bekir El-Îdo, Meryem El-Îdo. Film li Minbic û Reqayê hatin kişandin.

Di dawiyê de Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê spasiya navenda Çand û Hunerê li ser vê karî kirin.

Dêrhêner Ehmed Şihade diyar kir niha amadekariyên filmekî din tê kirin.

ANHA


Mijarên Din