​​​​​​​Festîvala Şehîd Berçem di roja duyemîn de dewam dike

Festîvala Şehîd Berçem a hunerî di roja duyemîn de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dewam dike.

Yekemîn Festîvala Jin a Şehîd Berçem a Çand û Hunerê ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê ya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve bi dirûşma “Huner şerê hebûn û azadiyê ye” hatiye lidarxistin di roja duyemîn de dewam dike. Bi dehan komên kurdî û erebî yên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî festîvalê bûne.

Di roja duyemîn d Koma Şehîd Mizgîn a ji kantona Efrînê stranên folklorî pêşkêş kirin. Her wiha koma hunerên gelêrî ya ji Reqayê stran gotin. Koma Şanoyê ya ji Reqayê jî şanoyek pêşanda.

Festîvala bi stranên hunermend Rûken Reşîd a ji Reqayê, koma Şehîd Şîlan Kobanê ji dîlanan a ji Helebê dewam kir.

Her wiha Koma Şehîd Vajîn a stranan a Helebê stranên şoreşgerî û folklorî gotin.

Di dewama festîvalê de hunermend Yasmîn Koşan û Fatima Ebdo yên ji Helebê stran. Her wiha Koma Şehîd Bêrîvan a stranan a girêday Komeleya Êzidiyan a Kantona Efrînê hunerên xwe nîşand da ku bala beşdaran kişand.

Festîval di roja duyemîn de bi gerandina xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî û folklorî bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din