Fermedarekî QSD`ê: Me êrişên li ser rêya M4 têk birin

Fermendarê QSD‘ê  yê eniya gundê Şergirakê Rustem Hesekê diyar kir ku hêzên wan di du rojên derbasbûyî de derbên giran li çeteyên artêşa Tirk a dagirker xistin. 

Çeteyên arêtşa Tirk a dagirker bi dijwarî bi çekên giran êrişî gundê Şergirakê yê dikeve bakurê navçeya Eyn Îsayê dikin û hewl dide dest deyen ser depoyên genim êm gund. Beriya du rojan di saetên êvarê de balafirên şer ên ne diyar du êriş li xeta gund pêk anîn.

Li aliyekî din jî çete hewl didin rêya navdewletî M4 a di navbera Hesekê û Helebê de kontrol bikin.

Derbarê vê mijarê de fermendarê Hêzên Sûriye Demokratîk Rustem Hesekê got: "Em niha li ser rêya navdewletî ne. Hêzên me berxwedanek bêhempa nîşan didin. Çeteyan êrişî rêya navdewletî dikin û hêzên me berisvê didin."

Rustem destnîşan kir ku çete êrişî rêya navdewletî û depoyên genim a gundê Şergirakê dikin, lê hêzên wan êrişên çeteyan ên li ser depoyan şikandin. Di encamê de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûne, gelek cenazeyên wan erdê ne.

Ristem wiha domand: "Çeteyên ku li gundên Ridîne û Koramaza bi cih bûne, êriş dikin û dixwazin ber bi rêya navdewletî û Şergirakê ve pêş de werin. Her wiha hewl didin êrişî gundê Bîr Îsa bikin. Ew hewl didin rêya navdewletî ya ku şênî bi kar tînin, kontrol bikin û rê qut bikin."

Rustem Hesekê teqez kir ku hêzên wan nahêlin çete pêşkevin û nêzî rê bibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din