​​​​​​​Fermanderkî Ermenî: Dewleta Tirk hewl dide komkujiya Ermeniyan dubare bike

Fermandarê Ermenî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Manuel Demîr got: “Armanca dewleta Tirk ji destwerdana şerê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de ew e ku, komkujiyên Osmaniyan ên li ser gelê Ermenî dubare bike. Em xwedî doz in û hewl didin mafê me yên ku dewleta Tirk ji me standine, bistînin.”

Ji 12`ê Tîrmehê ve li ser sînorên Ermenistan û Azerbeycanê şer rû dide. Sedema wê jî vedigere nakokiya li ser kontrolkirina herêmeke li ser sînorên di navbera her du welatn de.

Dewleta Tirk alîkariya Azebeycanê dike û hewl dide çeteyên Sûriyê bişîne wir da ku aloziya di navbera her du welatan de gur bike. Dîroka xwe ya dijminahî ya li dijî gelê Ermenî vegerîne û hewl dide komkujiya 1915`an a li ser Ermenan berdewam bike.

Pêkhateya Ermen mîna pêkhateyên din tev li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û cihê xwe di parastina herêmê de girt. Her wiha hêzên xwe yên xweser ava kir.

Têkildarî piştgiriya dewleta Tirk a ji Azebeycanê re, fermandarê Tugeya Nûbar Ozaniyan a taybet bi pêkhateya Ermen a ku di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) de cih digre, Manuel Demîr ji ANHA`yê re axivî.

DIJMINAHIYEKE DÎROKÎ

Demîr di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Nakokiya di navbera Ermenistan û Azerbeyjanê de kevn e. Dewleta Tirk dixwaze komkujiyên Osmaniyan ên li ser gelê Ermen ku di sala 1915’an te pêk anîbû, berdewam bike.

Dewleta Osmanî ya kalikê dewleta Tirk a dagirker, di 1915`an gelê Ermen di komkujiyê re derbas kir. Zêdetirî milyonek û nîv  Ermenî ji aliyê Osmaniyan ve hatin qetilkirin.

Demîr diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwaze gelên herêmê qir bike û wiha domand: “Dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelê herêmê û gelê Ermen êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.”

Dewleta Tirk ne ku ji gelê Azebeycanê hez dike, mudexele dike û daxuyaniyan dide, ew dixwaze şerê gelê Ermen bike. Armanca wê ya yekem û dawî vegerandina senaryoya sala 1915`an e û ev yek di axaftina Erdogan de dema gelê Ermen bi Bermahiyên Sêf bi nav kir, diyar bû.

Demîr destwerdanên dewleta Tirk û siyasetên wê yên derve wek hewldanekê ji bo vegerandina serdema Osmaniyan û dîroka qetilkirinê, binav kir.

DÎROKEK BI KOMKUJIYAN DAGIRTÎ

Manuel Demîr wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Serokkomarê dewleta Tirk beriya demekê got; divê malbatên Ermen ên ku ji komkujiya Osmaniyan xilas bûne werin kutşin. Dewleta ku komkujiyan pêk tîne, jin, zarok û temenmezinan dikuje û bi milyonan kes da koçberkirin. Li gel van jî bilêvkirin û fermandayîna komkujiyên nû ji xwe re rewa dibîne. Ev daxuyanî me matmayî nakin. Ji ber ku dîroka dewleta Tirk tijî komkujî ye û em dûr nabînin ku komkujiyên din li ser gelên herêmê di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.”

‘DESTWERDANÊN DERVE JI BO JINÛVE XÊZKIRINA NEXŞERÊYA DEWLETA OSMANÎ NE’

Demîr da zanîn ku dewleta Tirk bi armanca vegerandina hegemoniya Osmanî û vejandina împaratoriya Osmanî ya mirî dest bi destwerdana dewletên derve yên mîna Sûriye, Lîbya û gelek welatên din kir.

Demîr got: “Dewleta Tirk dixwaze bi vegeramdina hegemoniya Osmanî û kontrolkirina rûberên fireh çi li Lîbya yan jî Sûriyê yan jî dewletên li dora wê, berhemên wan dewletan bi dest bixe.”

‘EM HENE Û DÊ HEJMARA ZÊDE BIBE’

Dêmîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Ermen gelek aştîxwaz e û ji bo xwe biparêze çek rakir. Ew xwedî doz e û hewl dide mafên xwe yên ku dewleta Tirk ji wan standine vegerîne. Em ne tenê parastina gelê Ermen dikin, heman demê de hewl didin tevahiya gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin. Em hene û dê hejmara me zêde bibe.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din