Serçeteyekî Sultan Murad li Lîbyayê hate kuştin

Di encama şerê li paytexta Trablusê de, artêşa Lîbyayê serçeteyekî  sûrî ku bi esalê xwe Tirkumen e kuşt.

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku li eniya Metar a başûrê paytexta Trablusê serçeteyekî Sultan Murad a sûrî yê bi navê Murad Ezîzî tê naskirin a ku dewleta Tirk destekê dide wan hate kuştin.

Kuştina Murad Ezîzî di demeke wiha de pêk hatiye ku li paytexta Lîbyayê di navbera Hêzên Hikumeta Wîfaqê û artêşa Lîbyayê de şerekî dijwar rû dide. Di vê derbarê de dewletên navneteweyî banga agirbestê, rawestandina destwerdanên dewletên derve û destpêkirina diyalogan kirin.

Dewletên Ewropa jî hişyar kirin ku rewşa Lîbyayê nebe wek rewşa Sûriyê.

Enqerayê piştgiriya hikumeta Wîfaqê dike û domdar çeteyên sûrî dişîne Lîbyayê.

 (eh)


Mijarên Din