Fermandarekî artêşa Iraqê hate kuştin

Di saetên derengiya şevê de DAIŞ`ê êrişî herêma Hêt a parêzgeha Enbar kir û di encamê de lîwa û efserekî artêşa Iraqê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Şaneya Çapemeniya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku her du kesên hatin kuştin ji Lîwaa 29’an Emîd Ehmed El-Lamî yê ji tîma 7`an e û efserekî din Mihemd El-Kerawî ye.

Şaneya Çapemeniyê ya Ewlehiyê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku Ehmed El-Lamî Lîwaa 29`an ê Tîma 7`an dema komeke terorîst dişopand, hate kuştin û efserê bi navê Mihemed El-Kerawî jî dema li herêma Ekba ya herêma Hêt bi karekî terorîstane rabûbû, hate kuştin. Li aliyekî din jî di encama vê yekê de du kesên din jî birîndar bûn.

(eh)


Mijarên Din