Fermandar Rustem Cûdî û 31 şehîd hatin bibîranîn

Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê fermandar Rustem Cûdî û 31 şehîdên ku di mehên Tebax û Îlonê de li cih û demên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi merasîmekê Endamê Konseya Rêveber a  KCK`ê Rustem Cûdî (Rustem Osman) ku di encama topbarana balafirên dewleta Tirk li ser herêmên Xakurkê di 27`ê Îlona 2011`an şehîd bû, bi bîr anî. Her wiha merasîma bîranîna 31 şehîdên ku di mehên Tebax û Îonê de li cih û demên cuda şehîd bûne, hate lidarxistin.

Merasîma bîranînê li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dar ket. Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê, endamên sazî, rêxistinên sivîl û leşkerî, her wiha şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî merasîma bîranê bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha şervanên YPJ/YPG`ê toreneke leşkerî li dar xist. Paşê bi navê YPG`ê Sîdar Dirbêsiyê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em bi saya têkoşîna şervanên ku canê xwe ji bo me feda kirin, bi ser ketin."

Bi navê malbata şehîd Rustem Cûdî birayê wî Xelîl Osman wiha got: "Dema em şehîdên xwe oxir dikin, bêhtir bi xak û welatê xwe ve têne girêdan. Ji ber ku em dizanin ku wan şehîdan ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kiriye. Em soz didin ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin."

Paşê wesîqetên şehadetê yên 31 şehîdan hatin xwendin û merasîma bîranînê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bx)

ANHA 


Mijarên Din