Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî: Pêvajoya dawî ya lihevkirinê pêk hat

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku dewriyeyên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Sînor a Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û Amerîkayê dest bi pêkanîna pêvajoya dawî ya lihevkirina mekanîzmeya ewlehiyê kir û got: "Di vê pêvajoyê de baregehên leşkerî hatin rûxandin û QSD‘ê hatin vekişandin da ku Hêzên Ewlekariya Sînor li şûna wan bigirin."

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bendên lihevkirina ewlehiya sînor a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Amerîkayê de pêk tîne. Li gorî lihevkirinê Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê bi çekên xwe yên giran ji herêma dirêjahiya 5 km ji xeta sînor vekişe da ku Hêzên Ewlekariya Sînor a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî cihê wê bigire. Di heman demê de baregehên QSD‘ê yên leşkerî bi çavdêriya dewriyeyên Amerîkayê dê werin rûxandin.

Girêdayî mijarê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Xelîl Xelfo ji ajansa me ANHA‘yê re diyar kir ku meclis pêkanîna bendên lihevkirina mekanîzmeya ewlehiyê ya di navbera QSD û Amerîkayê de didomîne.

Xelîl Xelfo got: "Me bi hevkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nuqteyên leşkerî li herêmên di navbera gundê Nis Tel û bajarê Girê Spî de rûxandin. Di heman demê de dê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi çekên xwe yên giran ji nuqteyan vedikşin da ku Hêzên Ewlekariya Sînor cihê wan bigirin."

Xelîl Xilfo spasiya QSD‘ê kir ku nuqteyên li ser sînor teslîmî Hêzên Ewlekariya Sînor a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kir.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî rûxandina baregehên leşkerî û teslîmkirina nuqteyên sînor pêvajoya dawî ya pêkanîna "Mekanîzmeya ewlehiyê" ye.

ANHA


Mijarên Din