Fermandarê giştî yê QSD’ê bi rayedarên Amerîkayê re civiya

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî der barê şerê li dijî DAIŞ’ê û pêşketinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi fermandarê Herêma Navîn a Fermandariya Navendî ya Koalîsyona Navdewletî Kenneth McKenzie û nûnerê Amerîkayê yê taybet ê koalîsyonê William Robak re nîqaş kir.

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mistefa Balî li ser rûpela xwe ya Twitterê weşand ku Mazlûm Ebdî bi rayedarên Amerîkayê re pêşketinên dawîn ên herêmê û pêşdeçûna têkiliyan û berdewama şerê li dijî DAIŞ’ê nîqaş kirin.

Di demekê de ku dewleta Tirk gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, ev hevdîtin pêk hat.

Bi rasthatina vê serdanê re nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo Sûriyê James Jeffrey hevdîtinan bi rayedarên Tirkiyê re îro û sibe pêk tîne.

(fr/kc)

ANHA


Mijarên Din