Fermandarê artêşa Amerîkayê serdana Îsraîlê kir

Di demeke ku nakokiyên di navbera Îranê û hevalbedên wê yên li Rojhilata Navîn zêdetir bûye, generalekî amerîkî yê paye bilind  ji nişka ve serdana Israîlê.

Associated Press daxuyand ku serokê Desteya Hevbeşa a Erkanan, general Mark Millie bi fermandarê artêşê û istixbarata Îsraîlê li barageha hewayî ya başûrêÎsraîlê civiya û bi rêya online bi serokwezîr Benyamîn Netenyahu re civînek li dar xist.

Piştî çend rojan ji êrişî hewayî ya li ser paytexta Sûriyê Şamê ev serdan çêbû. Tê zanîn ku di encama êrişa hewayî ya li dijî Şamê 5 endamên biyanî di nav de endamekî Hizbullahê ku Îranê piştgiriya wê dike, hatin kuştin.

Du di saetên derengiya şevê de artêşaÎsraîlê da zanîn ku wan bersiva êrişên li dijî Colanê ya ku Îsraîlê serweriya wê dike dane û bi helîkopteran êrişî gelek nuqteyên hêzên hikumetê kirine.

ArtêşaÎsraîlê daxuyand ku wan li başûrê Sûriyê nuqteyên çavdêriyê û sîstema komkirina agahiyên îstixbaratê kirine armanc.

Koma Lûbnanê ya çekdar soza tolhildana şervanên xwe yên li Sûriyê hatine qetilkirin da û di rojên dawîn deÎsraîlê hêz şand sînorê xwe yê bakur yê bi Lubnanê re ye.

eh


Mijarên Din