Ferîd Etê: Em bi têkiliyên li ser bingehê berjewediyên gelê Sûriyeyê re ne

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê têkildarî têkiliyên Şamê bi dewletên herêmî û erebî re got: "Eger ev têkilî li ser bingehê berjewendiyên gelê Sûriyê û mafên wê be, em pê re ne."

Piştî karesata erdhejê ya li Bakurê Kurdisatnê û Tirkiyeyê rû da û bandor Sûriyeyê kir serdan û peywendiyên zêde ji hêla dewletên erebî û herêmî ve ji hikumeta Şamê re çêbûn, her wiha careke din Rûsyayê li ser lihevanîna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker axivî.

Li ser mijarê Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyeyê Ferdî Etê ji ANHAʹyê re axivî. Ferîd Etê got: "Rêveberiya Xweser bi têkildanîna Sûriyeyê bi dewletên Ereb re ye. Lê divê ev têkilî li ser bingeha berjewendî û mafên hemû sûriyeyan be ku azarên rewşên şer kişandin."

Etê anî ziman ku pirsgirêka Sûriyeyê, pirsgirêeke siyasî, civakî, dîrokî û mirovî ye û got, divê dewletên ku dixwazin çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re bibînin, ne li çareserkirina şeklî yan jî li ser hesabê berjewendiyên takakesî bigerin, lê divê li çareseriyeke siyasî ya bingehîn bigerin.

Têkildarî axaftina Rûsyayê ya kevn-nû a li ser nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de Etê da zanîn ku ev nêzîkbûn nakeve xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê, lê belê dikevin xizmetî berjewendiyên navneteweyî û wiha pê de çû: "Heta ku dewleta Tirk ji xaka dagirkirî dernekeve divê hikumeta Şamê tu hevdîtineke pê re pêk neyne."

Etê bi bîr xist ku ji dema damezrandina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve dewleta Tirk a dagirker hewl dide vê projeyê têk bibe û bi hevkariya Rûsyayê ku li ser berjewendiyên xwe dixebite, gefan li van herêman dixwe.

Etê destnîşan kir ku berjewendiya gelê Sûriyeyê di bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Sûriyeyê re û vegera sûriyayn li maseya diyalogê de ye û got: "Li Şamê tu çareserî ji doza Sûriyeyê re tune ye, lê divê Şamê ji hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê re li gorî destûrke nû ku mafên hemû sûriyeyan garantî bike, vekirî be."

Etê ev tişt got: "Gelê Sûriyeyê çareseriya bi bazarî û siyaseta hin dewlet an jî berjewendiyên wan nanxwaze. Rûsya dixwaze çareseriyeke demkî hebe ku li ser hesabê gelê Sûriyeyê û ji bo berjewendiya Tirkiyeyê yan jî berjewendiya rejîmê, dûrî nêrîna gelê Sûriyeyê be."

Etê bi bîr xist ku di demekê de gelê Sûriyeyê alîkariyan ji mexdûran re kom dike dewleta Tirk a dagirker hîna bi balafirên xwe yên bêmirov êriş Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şermezar kir û got, divê hêzên navneteweyî lêpirsînekê der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker de veke.

(fr)

ANHA


Mijarên Din