Feleknas Uca: Bi êrişên niha hewl didin Şengalê ji êzidiyan vala bikin

​​​​​​​Feleknas Uca destnîşan kir ku bi komkujiya Şengalê vîna hemû jinên cîhanê kirin hedef û niha jî bi êrişan re hewl didin Şengalê ji êzidiyan vala bikin.

6 sal di ser komkujiya Şengalê re derbas bûn, lê êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker xilas nebûne. Bi têkçûna  DAIŞ’ê re dewleta Tirk hin zêdetir êriş û gefên xwe li Şengalê dike.  

Bi boneya salvegera 6’an a Fermana 74’yan a li dijî Şengalê cîgira hevserokatiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û parlamentera Êlihê Feleknaz Uca ji ANHA’yê re axivî.

‘DI ŞEXSÊ JINÊN ÊZIDÎ DE HEMÛ JIN HATIN HEDEFGIRTIN’

Feleknaz Uca têkildarî salvegera qetlîama Şengalê diyar kir ku ev roj di dîroka êzidiyan de wekî rojeke reş hatiye nivîsandin û got: “Di komkujiya Şengalê de ne tenê jin, civak, ciwan ednîgarî hat hedefgirtin, ji kokê ve rakirina baweriya êzidiyan, parçekirina wan hat armanckirin. Ev ferman ne tenê qirkirina civak û jinên êzidî ye. Di dîrokê de jî her dixwestin Şengal ji êzidiyan vala bikin."

Feleknaz destnîşan kir ku  di komkujiya Şengalêde di şexsiyeta jinên êzidî de hemû jinên li Rojhilata Navîn, xwestin vîna hemû jinan têk bibin û wiha dewam kir:"Li ber çavê hemû cîhanê 7 hezar jin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin. Cara yekem li pêşiya hemû cîhanê jin li bazaran hatin firotin. Ev jin ne tenê li Mûsilê, li gelek dewletên Rojhilata Navîn hatin firotin. Trajediya herî mezin ku hîna rewşa zêdetirî 3 hezar jinan ne zelal e. Bi dehan gorên komî yên êzidiyan hatin dîtin. Ev komkujî di şexsê jinên êzidî de li ser hemû jinên Rojhilata Navîn hat kirin.”

 ‘GER EM KOMKUJIYÊ JI BÎR BIKIN EM Ê TÊKOŞÎNA JINAN JÎ JI BÎR BIKIN’

Feleknas Uca bilêv kir ku tiştê hat serê jinên êzidî, hê berdewam dike û ev nirxand kir: “Yên ku ziman, çand û axê diparêzê jin in. Ger jinan tune bikin wê parçeyek ji vê dîrokê tune bibe. Ji ber wê di komkujiyê de yekem jin hatin hedefgiritin. Di êrişên li ser Efrînê de jî jinên êzidî hatin hedefgirtin ku ne tenê Rojavayê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê jin yekem dibin hedefa wan. Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya jinan hemû êriş tên meşandin, her çi qas têkoşîna jinan mezintir bibe dewleta Tirk jî ew qas êrişên xwe li ser jinan zêde dike. Ji têkoşîna jinan ditirsin û dixwazin jinan bê deng bihêlin. Tiştê DAIŞ’ê li ser jinan kir ku di dîrokê de cara yekem bê lê dewletên deshilatdar jî heman hişmendiyê li dijî jinan didin meşandin. Ger em komkujiya Şengalê ji bîr bikin, em ê berxwedan û têkoşîna jinan ji bîr bikin. Li dijî wê em ê berxwedana xwe mezintir bikin.”

LI DIJÎ KOMKUJIYÊ BERXWEDANA MEZIN

Feleknaz da zanîn ku beriya komkujiyê zêdetirî 600 hezar mirov li Şengalê dijîyan û wiha pê de çû: “Di encama komkujiyê de zêdetirî 450 hezar êzidî neçarî koçberiyê bûn. 33 hezar koçber li Bakurê Kurdistanê di kampan de bi cih bûn. 150 hezar êzidî di çiyayê Şengalê de man, bi hezaran êzidî ji ber tunebûna xwarin û avê fetisîn, jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan jinên êzidî ji bo nekevin destê DAIŞ’ê gotin ‘Hol hola Tawisê Melek’ û xwe ji çiyayê Şengalê avêtin. Derdora Şengalê giştî hat girtin, di encama berxwedana mezin de korîdorek ji bo parastina Şengaliyan hat vekirin. Li dijî komkujiyê berxwedaneke bêhempa hat meşandin ku 12 şervanên azadiyê wek şervanên Derwêşê Evdî bi berxwedaneke mezin bi hezaran êzidî rizgar kirin.”

‘ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK XETEREYEKE MEZIN LI ŞENGALÊ ÇÊDIKIN’

Feleknas di dawiya nirxandina xwe de, behsa êriş û komployên li dijî Şengalê di dema niha de kir û wiha domand:" Êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê xetereyê çêdikn. Xetere hîna jî li ser Şengalê heye ku hîn birînên wê nehatine dermankirin. 6 sal di ser komkujiyê re derbas dibe, hîna jî bi hezaran şengalî di konan de dijîn. Bi taybet di hundirê Şengalê de trawmayeke mezin heye. Di demeke wiha de dewleta Tirk jî êrişên xwe dibe ser Şengalê. Di her êrişêke dewleta Tirk de birînên Şengalê zedetir kûr dibin. Dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze Şengalê ji êzidiyan vala bike."

ANHA


Mijarên Din