Feleknas Ûca: Êrişên li ser Kurdistanê encama konsepta giştî ne

​​​​​​​Feleknas Ûca got “Li seranserê Kurdistanê ku dewleta Tirk şer daye destpêkirin, dixwazin Kurdan beriya sala 2023’an bê statu bihêlin. Ev ne rêya çareseriyê ye, ger rastî çareseriya demokrasiyê dixwazin divê yekser berê xwe bidin Îmraliyê.”

Li Kurdistanê sûcên ku dewleta Tirk der heqê gelan û jinan de pêk tînin, bi siyaseta fetisandinê û ‘parve bike-parçe bike-bi rê ve bibe’ berdewam dike. Dewleta Tirk li seranserê Kurdistanê şerekî berfireh daye destpêkirin.   

Têkildarî konsepta dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê û êrişên li ser jinan, cîgira hevserokatiya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û parlamentera Êlihê Feleknaz Ûca axivî.

Di 1’ê Hêzîranê de HDP’ê li Stanbolê deklarasyonek ji 9 xalan ku rewşa şerê heyî, pirgirêka Kurd, jin, ciwan, aborî, ekolojî tê de cih girt, ragihand. Ji bo karibin van pirsgirêkên heyî bi gelê Tirkiyê re çareser bikin ji aliyê HDP’ê ve perspektîf hatin dayîn û meşa demokrasiyê hat destpêkirin. Feleknas ji bo armanca deklarasyonê û pirsgirêkên li Tirkiyê got ev pirsgirêk ne tenê Kurdan an jî HDP’ê eleqedar dike, 82 milyon mirovên ku li Tirkiyê dijîn îro di nav dorpêçê de ne û got: “HDP wek partiyeke muxalefetê navnîşana çareseriyê di vê pêvajoyê de dikare bike. Di salên 2012-2015’an de dema pêvajoya aştiyê dest pê kir, rol û mîsyona HDP’ê li ber çav bû. Her roj qirkirinên siyasî, êrişên li ser partiya me, xistina wekîlan ji wekîltiyê, siyaseta li dijî gelan a ku tê meşandin, li hember wan polîtîkayan li ser pirsa rêya avakirina çareseriyê em kom bûn, me civîn pêk anîn. Têkildarî rewşê ji bo 3 mehan bername hatin amadekirin, meşa demokrasiyê ku ji sê milan ve dest pê kir, li Enqereyê bû yek. 20’ê Hezîranê wek fînala meşê hat kirin û deklarasyona HDP’ê hat parvekirin. Ji bo mehên Tîrmeh û Tebaxê jî nîqaşên çalakiyan hene.”

‘BI SERKEFTINA MEŞÊ RE ÊRIŞ BIRIN SER KCD Û RÊXISTINA ROZA’

Astengî û zextên dewleta Tirk ên li dijî meşê Feleknas wiha nirxand: “Tevî hemû astengî û zextên mezin meşa me pêk hat. Dewleta Tirk bi hemû provokasyon û êrişên xwe xwest me û gel ji hev qut bike, çalakiya me îzolê bikin. Lê me provokasyonên red kirin û destûr jî nehat dayîn ku meşa me têk bibin. Di dorpêçkirina polîsan de dayik û ciwanan ew tirsa heyî şikand. Li bajarê Colemêrgê hêzên taybet ên dewleta Tirk li xaniyan bi cih bûbûn. Rûxmî wê jî hêza gel têkçûna dewletê da nîşandan. Bi vê serkeftina meşê re rojane êrişên xwe berdewam dike. Di berdewamiya çalakiyên me de, li ser Komeleya Jinê ya Roza êrişek siyasî hat kirin û xebatkarên vê rêxistinê hemû hatin girtin. Taybet di şexsê jinan de êriş û girtin gelekî zêde dibin. Êriş li  ser Kongreya Demokratîk a Gelan (KCD) jî pêk hat ku dixwazin KCD’ê bê bandor bikin. Di êrişên li ser KCD’ê de 40 kes hatin binçavkirin ku ji wan 26 kes xistin zindanê. Lêgerîna dewletê li ser girtina çend kesan hîna berdewam dike. Ev ne tesadûf e û ne jî nû ye.”

Feleknas Ûca têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li seranserê Kurdistanê anî ziman ku siyaseta wan êdî bi bin dikeve û got: “Ev êriş encama konsepta giştî ya li hemberî gelê Kurd û çar parçeyên Kurdistanê ye. Li Rojavayê Kurdistanê guhertina demografîk û êriş, dagirkirina Başûrê Kurdistanê, bi rêya avêtina qeyûman li Bakurê Kurdistanê bi giştî êrişek li ser deskeftiyên gelê Kurd didin meşandin. Li Silêmaniyê, Mexmûrê, Kobanê, Şengalê sivîl, zarok û jin tên qetilkirin. Dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî her wiha armanca berdewamkirina dagirkeriya gefên li ser herêmên din jî tên avetin. Êrişên hovane jî pêk tên ku li Kobanê 3 jinên pêşeng hatin qetilkirin. Ev beşek ji siyaseta li hemberî deskeftiyên Kurdan e. Bi siyaseteke şer re dixwazin dengê nîjadperestan zêde bikin, kîn û nefreteke mezin li hemberî gelê Kurd didin meşandin. Li dijî wan êrişan em têkoşîna xwe mezintir dikin.”

‘JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA SERKEFTINÊN DÎROKÎ JINAN QETIL DIKIN’

Feleknas Ûca diyar kir ku êrişên li dijî jinan ne tesadûfî ne û wiha dewam kir: “Di pêvajoya destpêkirina aştiyê de li Parîsê 3 jinên pêşeng hatin qetilkirin. Bi xerabkirina pêvajoya aştiyê de dîsa li Silopiyê 3 jin hatin qetilkirin. Îro jî demekê ku yekitiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê gav bi gav bi pêş dikeve li Kobanê 3 jinên pêşeng hatin qetilkirin. Ev konsept li dijî vîna jinan e. Ji pêşengiya jinan ditirsin û her dikin hedef. Li her qadê tevî hemû êrişan jinên Kurd pêşengiyê dikin. Berxwedana ku jin ji bo azadiyê û deskeftiyan daye, dixwazin têk bibin.”

‘KURD JI MIRINÊ MEZINTIR IN’

Feleknas bêdengiya cîhanê têkildarî komkujiyên li ser jin û gelan de pêk tên, şermezar kir û wiha pê de çû: “Di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê  û Girê Spî de hemû cîhanê çavê xwe girt, îro dîsa li Kobanê 3 jinên pêşeng hatin qetilkirin dîsa bêdeng man. Ji bo me tenê yek rê heye ku têkoşîna xwe mezintir bikin û yekitiya xwe ava bikin. Bi bidawîbûna dema Peymana Lozanê re dixwazin Kurdan bê statu bihêlin ku dijminatî û êriş li ser hemû deskeftiyên Kurdan didin meşandin. Kurd ji mirinê mezintir in ku çiqas me bikujin, talan bikin, koçber bikin em ê li têkoşîn û berxwedana xwe xwedî derkevin, pêşengiyê berdewam bikin.”

‘GER DIXWAZIN PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN DIVÊ BERÊ XWE BIDIN ÎMRALIYÊ’

21 sal e li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin. Feleknas bal kişand ser kilîta çareseriyê ya li Îmralî û ev nirxand kir: “Dixwazin felsefe û fikrên birêz Ocalan di nav tecrîdê de bihêlin. Her gotineke birêz Abdullah Ocalan wek ronahiyekê ye û kilîta çareseriyê ye. CPT gelek raporên xwe têkildarî tecrîdê eşkere kirin, Konseya Ewropayê jî belgeyên xwe eşkere kirin lê tenê bi gotinan nabe, îro dema pratîkê ye. Bi pêşengiya jinan divê em tecrîda li Îmraliyê bişikînin û deriyê girtîgehê vekin. Ev jî bi rêya têkoşîn û yekitiya me wê pêk were. Azadiya fizîkî ya birêz  Ocalan azadiya civaka Rojhilata Navîn e. Dema ku birêz Ocalan di hevdîtinên xwe de dibejê ‘pirsgirêka Kurd di nav hefteyekê de ez dikarim çareser bikin’ wê demê divê dewleta Tirk vê ji xwe re esas bigire û deriyê Îmrali veke. Tecrîda Îmraliyê, êrişên li ser 4 parçeyên Kurdistanê bi armanca tunekirina Kurdan pêk tê. Ji bo çareseriyê divê yekser bi birêz  Abdullah Ocalan re rûnin û tecrîd bê rakirin.”

ANHA


Mijarên Din