Felaketa Şêxmeqsûdê bi zimanê kesê ku jê filitiye

Welatiyê bi navê Cemal Carûr ê ji avahiya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hilweşîyaye filitî ye hûrgiliyên felaketê parve kirin û got: "Min xew kiribû. Hevjîna kurê min ez ji xew şiyar kirim û got avahî hildiweşe."

Di 22′yê Çileyê de li taxa Şêxmeqsûd a Marûf avahiyek a 5 qatan hilweşiya ku tê de 7 malbatên Kurd û Ereb diman. Di encamê de ji 18 kesan, 16 kes jiyana xwe ji dest dan. Di nav de 6 zarok, 6 jin û 4 mêr hebûn.

Ji vê felaketê 2 kes filitîn; Cemal Carûr (60) û Mistefa Îbo (17). Her du jî ji ber birînên xwe di nîştergeriyan re derbas bûn.

Cemal Carûr 6 ji ferdên malbatên xwe ji dest dan; xweşika wî Wîsal, kurê wî Subhî, hevjîna kurê wî Meysa û zarokên wan Hemîde, Cemal û Yûsif Carûr. Carûr ji ajansa me re hûrgiliyên hilweşînê vegotin.

Carûr wiha got: "Min xew kiribû, hevjîna kurê min, ez şiyar kirim û got avahiya hildiweşe û Subhî jî erebeyê pê dixe da ku em derkevin."

Li gorî vegotina Cemal Carûr, wî destpêkê ji gotinên hevjîna kurê xwe nekir û wek henek hesiband.

Tê destnîşankirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê di 23′yê Çileyê de encamên lêpirsînên destpêkê yên têkildarî hilweşîna avahiyê eşkere kirin û got:

Bi awayekî giştî, di dema şerê de tax bi çekên giran û balafiran hate hedefgirtin, di encamê de avahî qelişî.

Ev qelîştekên li avahiyê, hişt ku av derbasî binê avahiyê be û di encamê de ji nişka ve avahî hilweşiya.

Hêzan da zanîn ku lêpirsîn hîna dewam dikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din