Fehîme Hemo: Koçberî ne çareserî ye

Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîme Hemo gelê Sûriyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar kir ku dewleta Tirk bi rêya xapandina ciwanan û teşwîqkirina koçberiyê dixwaze herêmê vala bike.

Di vê dawiyê de dîmenên destdirêjiya li dijî ciwanên ji Sûriyê ji aliyê cendirmeyên Tirk ve belav bûn, ku hin caran gihaşt asta kuştinê. Cendirmeyên Tirk ciwanên sûrî yên ku bi şerê taybet bi bandor bûne û hewl didin derbasî Tirkiyê bibin û ji wir biçin Ewropayê, yekser dikin hedef.

Ji bo nîqaşkirina xeterî, encam, sedemên koçberiyê û cureyên wê yên herî xeter, nûçegihanê me bi endama Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fehîma Hemo re hevpeyvînek çêkir. Fehîme di destpêka axaftina xwe de behsa cidiyeta qonaxa heyî ji aliyê siyasî û aborî ve li gel hebûna nakokiyeke navneteweyî û herêmî li ser xaka Sûriyê ji bo parastina berjewendiyan, kir.

DEWLETA TIRK PENABARAN WEK KAXIZEKE ŞANTAJÊ BI KAR TÎNE

Têkildarî siyaseta koçberiyê ku dewleta Tirk wê teşwîq dike, Fehîme got: “Ev siyaset ne nû ye. Dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmê hîna beriya destpêkirina aloziya Sûriyê vê siyasetê dimeşîne. Ev yek piştî dema kamp ji bo pêşwazîkirina penaberan amade kirin, diyar bû. Piştre penaberên sûrî wek kaxizekê şantajê li dijî Yekitiya Ewropayê (YE) bi kar anîn.”

Fehîma diyar kir ku dewleta Tirk ji vê kaxizê armanc dike siyasetên xwe yên firehkirina dagirkeriyê pêk bîne û demografiya herêmên dagirkirî biguherîne.

KOÇBERIYA HERÎ XETER.. KOÇA HIŞMENDAN

Fehîme îşaret pê kir ku koçberiya herî xeter, koçberiya çîna ku derketina wê ji herêmê bandorê li pêşketina herêmê dike ew jî koçberiya şarezahiyê ye ku dewleta Tirk wan mirovan li ser xwe xeter dibîne. Ji ber ku ev çîn gel hişyar dike û niyetên dewleta Tirk ên veşartî eşkere dike. Fehîme destnîşan kir ku sûcên ku dewleta Tirk li dijî herêmê pêk tîne, bûn sedem ku ev çîn ji herêmê koçber bibe.

Girêdayî helwestên civata navneteweyî ya li hemberî wan siyasetan, Fehîma ew helwest bi zaîf wesifand ku derfetê dide dewleta Tirk ku sûcên din li dijî herêmê pêk bîne ku di encamê de koçberî zêde dibe.

JI BO VALAKIRINA HERÊMÊ: KOLEKIRIN YAN KOÇBERÎ

Ferhîma axaftina xwe wiha domand: “Leşkerên Tirk ên li ser sînor,  welatiyên sûriyên ku dixwazin derbasî Tirkiyê bibin dikin hedef. Ruxmî ku dewleta Tirk vê koçberiyê teşwîq dike. Armanca kuştin û koçberiyê yek e. Dewleta Tirk dixwaze herêmê ji kesên ku li dijî siyasetên wê ne vala bike. Gelo dewleta Tirk li ku derê bû dema sînorên xwe li pêşiya bi hezaran çeteyan vekir ku DAIŞ`ê ava kirin? Qe wê demê behsa ewlehiya xwe nekir?”

Fehîme piştrast kir ku piştî ku ev plan bi serket û penaber li dijî Ewropayê bi kar anîn, dewleta Tirk asta nijadperestiya xwe li dijî penaberên li Tirkiyê zêde kir, li beramberî du vebijarkan hiştin an wê koletiyê qebûl bikin an wê ji Tirkiyê koçber bibin an jî dê werin kuştin.

Fehîme wiha pê de çû: “Dema dibêjin koletî, ez behsa bikaranîna penaberên sûrî wek çeteyan dikim. Dewleta Tirk sûriyên ku nasnameya tirkî li ser ya sûrî tercîh dikin, ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Wan di şerên li Ezerbêcan, Ermenistanê û Lîbyayê de bi kar anîn da ku siyasetên xwe yên firehkirinê pêk bîne. Ev beşeke şerê taybet e. Ew sûrî siyaseta tirkkirinê qebûl dikin û hewl didin belav bikin û bidin rûniştandin.”

HIKUMETA ŞAMÊ JÎ BERPIRSIYAR E

Fehîma got hikumeta Şamê jî berpirsa vê koçberiyê ye û wiha domand: “Ew hîna bi hişmendiya xwe ya kevin ve ku aliyê din qebûl nake girêdayî ye. Di encama siyasetên wê yên şaş de rewşa aborî li welêt aloz bû û azadî nema. Ev yek jî bandor li ciwanan kir ku ji welêt koçber bibin.”

KOÇBERÎ BELENGAZÎ YE

Girêdayî metirsiyên koçberiyê Fehîme got: “Ji bo koçberan li derveyî welêt aramî û ewlehî tune ye. Tenê belengazî û nijadperestî heye. Bi koçberiyê re em ji rewşa hey’ direvn tehlûkeyê. Koçberî ne çareserî ye.”

Fehîme piştrast kir ku MSD’ê û Rêveberiya Xweser hewl dan hawîrdoreke aram, ewle û derfetên kar ji hemû çînan re peyda bikin û daxuyand ku ev hemû bi saya fedekariyên şehîdan hatin bidestxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din