Federaliya Sûriyê: Komkujiya Til Rifetê di asta sûcên şer de ye

Federaliya Sûriye ji rêxistin û desteyên mafên mirovan, komkujiya Til Rifetê şermezar kir û diyar kir ku ev kiryar dikevin xana sûcên şer û bang li tevahî aliyên herêmî û navdewletî kir ku li hember sûriyan berpirsyariyên xwe pêk bînin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku ji tevahî xaka Sûriyê vekişe.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2’yê Kanûna vê mehê de li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiya li Şehbayê bûne, komkujiyek pêk anî û di encamê de 10 sivîl ku ji nav 8 zarok in, şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn.

Federaliya Sûriyê ji rêxistinên mafên mirovan, daxuyaniyek weşand ku ev komkujî şermezar kir û banga fişarkirina li ser dewleta Tirk a dagirker kir ku êrişên xwe yên li ser xaka Sûriyê tevahî, bi taybet li ser herêmên Kurdan, rawestîne.

Daxuyanî ji hêla 92 rêxistin û navendên mafên mirovan ve hat îmzekirin û wiha ye:

"Em wek Federaliya Sûriyê ji rêxistinên û desteyên mafên mirovan re binpêkirinên tundî yên xwînrijandin, teqîn, bombebarana bêserûber û şerê li hemû herêm û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li herêmên kurdan pêk tên, şermezar dikin. Her wiha hovantirîn cureyên kuştin û sûcên barbarî bi mafên mirovahî û dîroka mirovahiyê de bi rêya bikaranîna çekên wêrankirinê, alavên kuştin, teqîn û bombebarana bêserûber ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên opozîsyonê yên Sûriyê yên girêdayî wê, pêk tên.

Ev kiryar û binpêkirinên dermirovî, dikevin xana sûcên şer û sûcên bi mafên mirovahiyê de. Ji ber ku bûye şêweyê eşkere ya talankirin û qirkirina etnîkî. Di 02.12.2019’an komkujiyeke hovane li bajarê Til Rifetê yê bejahiya Helebê pêk hat. Di encamê de zêdetirî 20 qurbaniyan çêbûn ku piraniya wan zarok in.

Li bajarê Til Rifetê hejmareke pir kêm a malbatên resen ji şêniyên Til Rifetê hene û ji wê zêdetir jî bi hezaran sivîlên ji Efrînê yên ku ji ber hovîtî û barbariya hêzên dewleta Tirk a dagirker û opozîsyona Sûriyê yên hevkarên wê, koç bûne jî, hene.

Em wek Federaliya Sûriyê ji Rêxistin û Desteyên Mafên Mirovan, piştgiriya xwe bi malbatên qurbanî û birîndaran re radigihînin û sersaxî ji tevahî malbatên qurbaniyên kurd be û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Her wiha jî tevahî kiryar û binpêkirinên ji kuştin, revandin û tundiyên ku ji hêla hêzên dewleta Tirk a dagirker û çekdarên Sûriyê yên hevkarên wê pêk tên, şermezar dikin.

Em bang dikin ku li ser van xalan bixebitin:

1. Rawestandina hemû êrişên kuştin û rijandina xwînê li kolanên Sûriyê û taybet li herêmên Kurdan, çavkaniyên van aliyan kî dibin bila bibin û çawa dibe.

2. Rawestandina hemû kiryarên qirkirinê derheqê Kurdên Sûriyê.

3. Xebata gel û mafnasî ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyê, taybet li herêmên ku piraniyan wan Kurd in, ji bo pêşîgirtin û rawestandina xeteriyên ji ber kiryarên koçkirina bizorê û tûnd ji bo valakirina herêmên Kurdan ji şêniyên wê yên resen, pêşî li hemû cureyên kiryarên guhertina demografî bigirin.

4. Ji ber doza Kurdî li Sûriyê dozeke netewî û demokratîk e, her wiha sembola bingehîn a aştiya gelan û jiyana hevbeş e, divê desteka xebatan bikin da ku çareseriyeke demokratîk û adil li ser bingeha itîraf bi destûrê bi mafên neteweyî rewa ya gelê Kurd bê kirin, rakirina zilmê û hemû siyasetên cudayîkirina rabikin, her wiha kesên ku zirar dîtin alîkariya wan di çarçoveya yekbûna xaka Sûriyê de bikin.

5. Pêkanîna pêdiviyên jiyanî, aborî û mirovî ji bajarên zehmet û koçberên li hundir û dervayî welêt.

6. Rêxistin û desteyên peywendîdar paratina nirxê welatiyan, mafên mirovan û tekoşîna aştiyan  bikin bi rêyên ewle, avakirina rêyên aştiyan e ku nirxê welatiyan di nava gelê Sûriyê de ava bike û garantî rast bin da ku yekbûna civaka Sûriyê ava bikin û misogeriya pêşerojeke demokratîk ji hemû şêniyên wê re bi wekheviyê.

 (fr-jo


Mijarên Din