Fatime Mûsa: Komîteya destûrê paşguhkirina 5 milyon kesan e

Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê ya herêma Serêkaniyê Fatime Mûsa diyar kir ku mekanîzmaya avakirina komîteya destûrê binpêkirineke mezin e der heqê pêkhateyên herêmê de û 5 milyon kesan paşguh dike.

Bertekên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî mekanîzmaya avakirina komîteya destûrê ku zêdetirî 5 milyon gelê Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dike, didomin.

Nûnera Partiya Nûjen û Demokratîk Fatime Mûsa da zanîn ku dûrxistina ku hîna rastî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê, ji ber zexta dewleta Tirk a dagirker e û wiha got: "Ew dûrxistin gefan li hemû gavên ku civaka navneteweyî ji bo bidawîkirina êşa Sûriyê pêk tînin, dixwe."

Fatime Mûsa diyar kir ku forma destûra nû welat ber bi demokrasiyê ve nabe û tu rêgezên nû yên siyasî ku herêmên Sûriyê ji xerabî û şer xelas bike, tê de tune ne.

Fatime wiha domand: "Kî dikare şûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêza wê ku xetereya li ser cîhanê tune kir, bigire? Kî dikare çareseriya demokratîk ji van hêzan ku di avakirina nirx û jiyana nû de bi ser ketin, bêhtir cihê xwe bigire."

‘Tu roleke aktîf û rewa ya komîteya destûrê tune ye’

Fatime Mûsa diyar kir ku beşdarnekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di komîteya destûrê û dan û standinên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê de, binpêkirineke mezin e der heqê pêkhateyên herêmê û paşguhkirina 5 milyon kes, her wiha 3 rib berfirehiya erdnîgariya Sûriyê ye. Fatime got: "Ji ber vê yekê divê aliyên navneteweyî û hêzên navdewletî Rêveberiya Xweser bidin beşdarkirin."

Fatime Mûsa ev xebat şermezar kir û di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku tu rolên vê komîteyê yên aktîf tine ye û tu rewatiya vê destûrê tine ye, Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pir ked û xebat ji bo tinekirina terorê da û di vê destûrê de tine ye, ji ber vê yekê divê beşdarbûna Rêveberiya Xweser di destûra nû de pêk were."

(jo)

ANHA


Mijarên Din