Farûq El-Maşî: Dewleta Tirk tenê wêranî ji gelê Sûriyê re anî

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî got dewleta Tirk a dagirker ji bilî wêranî û sûcan ji herêman re tiştek din nenanî. Her wiha destnîşan kir ku bêdengiya civaka navneteweyî rê dayê ku asta berjewendiyên xwe li herêmê fireh bike

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirina herêmê berdewam in. Dewleta Tirk a ku xêrûberekata herêmên dagirkirî talan kir, hîna jî bi rêya çeteyên xwe tevahiya cureyên sûcan ji kuştinê bigire heta bi revandin û destavêtinê, pêk tîne.

Bi boneya salvegera 3`yemîn a destpêkirina êrişan ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve li dijî Efrînê ku di 20`ê Çileya 2018`an de pêk hatin û di encamê de Efrîn dagir kir, hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Farûq El-Maşî axivî û got: “Erdoganê dîktator, li ser asta cîhanê bi terora xwe ya li dijî aştiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê naskirin.”

El-Maşî wiha domand: “Erdogan Efrîn dagir kir û sûcên hovane pêk anîn. Dema em bi pismamên xwe yên li wir re diaxivin, ew behsa kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên bajêr dikin.”

El-Maşî behsa timayên Erdogan kir û wiha pê de çû: “Erdogan ji bo ku timayên xwe pêk bîne, ne tenê Efrîn dagir kir, lê belê Serêkaniyê û Girê Spî jî dagir kir. Bi rêya çeteyên xwe sûcên hovane li dijî şêniyên ewle pêk anîn. Ev herêm di bin sîwana Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk de ewle bûn û rêgeza biratiya gelan lê belav bûbû.”

El-Maş wiha domand: “Heke em herêmên Erdogan û çeteyên wê di bin navê Şaxê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê dagir kirine bi yên di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de bidin ber heve, em ê bibînin ku herêmên me, di nava aştiyê de ne, tevgereke siyasî, aborî ya fireh lê heye. Lê li herêmên dagirkirî, ewlehî tune ye. Sûcên cuda li dijî şêniyên wê pêk tên. Dagirkerî hewl dide Eyn Îsayê ku bajarê ewle û tijî şêniyên aştîxwaz e, dagir bike.”  

El-Maşî siyaseta AKP`ê bi serkêşiya Erdogan ê ku dixwaze împeratoriya Osmanî vegerîne, şermezar kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Erdogan û kesên ku dixwazin împeratoriya osmanî vejînin, dibêjin ku ew dixwazin wan herêman ji şêniyên wê re vegerînin, lê ev yek pêk nehat. Xwediyên rastîn ên wan herêman, ji pêkhateyên Sûriyê yên Kurd, êlên Ereb û koçer in.”

Hevserokê Kar û Barên Civakî Farûq El-Maşî wiha gotinên xwe berdewam kirin: “Dema çeteyên DAIŞ`ê li Cerablus, Minbic û Girê Spî tenê bi çend metreyan ji sînorên Tirkiyê dûrbûn, gelo wê demê çima behsa terorê nedikir? Îdia dike ku herêman ji rêxistina DAIŞ`ê rizgar dike. Gelo rizgarkirin tê wateya valakirina herêmê ji şêniyên wê û bicihkirina çeteyên ji Xûta, Himis, Idlib û herêmên din li şûna wan e?” 

El-Maşî daxuyand ku QSD`ê di dema ku cîhanê nikarî terora DAIŞ’ê tune bikira, ew herêm rizgar kirin.

El-Maşî di dawiya gotinên xwe de bêdengiya navneteweyî şermezar kir û diyar kir ku ew bêdengî rê da Erdogan ku herêmê dagir bike, timayên xwe yên dagirkirinê zêde bike û sûcan pêk bîne. El-Maşî wiha pirsî: “Çima hêzên têkildarî aloziya Sûriyê bê deng in? Cîhan ji Erdogan û terora wî li ku derê ye? Ji ber Erdogan tenê bi van herêman nake, DAIŞ û çete derbasî herêmê kirin, şandin Afrîka, Azerbaycanê û Kashmîrê."

 (şx)

ANHA


Mijarên Din