Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî girtina mamoste Zehra Mihemedî şermezar kirin

Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava bi daxuyaniyekê girtina mamoste Zehra Mihemedî ji aliyê rejîma Îranê ve, bi tundî şermezar kirin, her wiha bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî û mafên mirovan kir ku ji bo serbestberdana mamoste Zehra û hevalên wê fişarê li rejîma Îranê bikin.

Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava daxuyaniyek têkildarî binçavkirina mamosteya zimanê kurdî Zehra Mihemedî da. Mamoste Zehra di 23`yê Gulanê de ji aliyê hikumeta Îranê ve hatibû girtin û 10 sal ceza lê birîbûn.

Daxuyanî bi hazirbûna mamosteyên Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê hat dayîn û ji aliyê mamosteya wêjeya kurdî Gulbihar Mihemed  ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Desthilata Îranê di kiryarên dermirovî de ji îşkence, darvekirin, girtin û kuştinê de berdewam e. Di her dem û wextê de çalakvanên mafên mirovan, rewşenbîr û siyasetmedaran digirin, îşkenceyê lê dikin û bi dar ve dikin.

Careke din hêzên îranî yek ji hezkiriyên çand û zimanê kurdî dike ammanc. Mamosteya zimanê kurdî Zehra Mihemedî di roja 23.05.2019’an de hat destgîrkirin û niha bi tawana fêrkirina zimanê kurdî 10 sal ceza lê hat birîn.

Ev ne cara yekem e ku rêjîma faşîst a Îranê êrişî mamosteyan dike. Mamosteyê şehîd Ferzad Kemanger û hin kesên din bûbûn qurbaniyên siyaseta înkara mafên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê.

Em wek mamoste û xwendekarên Fakulteya Ziman û Zanistên Civakî vê kiryarê bi tundî şermezar dikin û bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku hewldanên xwe bikin ku fişarê li rejîma Îranê bikin ji bo serbestberdana mamoste Zehra û hevalên wê. Di heman demê de em bang li gelê me dikin ku xwedî li berxwedana mamoste Zehra Mihemedî derkevin û têkoşînê bilind bikin.”

ANHA


Mijarên Din