‘EZRA’ Sûka qedîm a cihûyên Qamişlo

Kuçe û kolanên wê bi keviran rêz bi rêz in, dora wê mişt xaniyên ji kerpîçe. Ev der sûka cihûyan e. Li bajarê Qamişlo, gava tu dikevî sûka cihûyan a qedîm ‘EZRA’yê ji her alî ve bêhna hezar cure û celebên baharatê pêşwaziya te dike.  

Bajarê Qamişlo di sala 1926’ê gava dest bi xebatên danîna rêya trênê ya kompaniya Toros dikin ji bajarê Nisêbînê tê veqetandin. Li bajêr niştecihên wê piranî kurd in û ligel kurdan Ereb, Suryan û Ermen jî pêkhateyên vî bajarî ne. Heçî çarsûya Ezra ye ji roja bajêr hatiye danîn heta îro cihekî sereta yê bazar û danûstandina niştecihên bajêr e. 

Dukan û firoşgeh bi kerpîçan hatine çêkirin, rê û rêbiwar bi keviran hatin danîn û bêhna baharatî ji devê kolanan bilind dibe, lewra mirov dikare bibêje sûka cihûyan Ezra hê jî qedîminiya xwe ya resen diparêze.

Bedros Xugas Xugasiyan 74 salî ye û dema nefîama Ermenan ji Bêşirîya Batmanê koç kiriye û xwe li Qamişlo stare kiriye, bazirganê Ermen yek ji şahidê herî temendirêj yê sûka Ezrayê ye. 

Bi şahidiya Bedros Xugas Xugasiyan ê ji ermenên Bêşirîyê serpêhatiya sûka Erzayê weha ye;

SÛKA EZRAYÊ AN JÎ KUÇEYA EZRAYÊ

Bedros dibêje bavê wî yê hosteyê hesinan, hê di 16 saliyê de ew ji dibistanê hildaye û ji bo fêrî bazirganiyê bibe li sûka Ezrayê jê re dukan kirê kiriye û weha got; “Sala 1961’ê bavê min li sûkê ev dukan ji min re kirê kir. Wê demê dukan gelek erzan bûn. Wexta ez hatim Ezra li vê derê bû. Û niha ev sûk bi navê Ezra tê nasîn. Bi navê Kolana Ezra jî tê naskirin.”

 “Wê dema ku hêj di navbera Serxet û Binxetê de çu sînor nehatibûn danîn Ezrayê Cihû ku bi eslê xwe xelkê Mûsilê bû û mala wan koç kiribû Nisêbînê, kelûpelên xwe li pişta ker dikirin û dibirin gundên Qamişlo û etarî dikir.” Bedros bi bîr xist ku Ezrayê etar ê Cihû, di barê xwe de tiştên wekî; hinê, hingiv, rûn û kilê çavan hildigirt û difirote şêniyên gundan.  

EZRA BI KURDÎ DIAXIVÎ

Bedros bal kişand ser navê Qamişlo û aşkere kir ku li devê çemê gelek qamiş hebûne lewra navê qamişli li bajêr kirine û got, “Berî hingê dest bi danîna sûkê dikin. Heta cihê Zîvkeran dukan hebûn û jê pê de tev beyar û çol bû. Li dora wê jî tev malên cihûyan bûn. Hingê hinek dukandarên Mesîhî jî di sûka Ezra de hebûn lê piraniya wan Cihû bûn.” 

Bedros bi bîr xist ku ji sala 1961’ê pê de cihûyên xudanên sûka Ezrayê dest bi koçkirinê kirin û piraniya wan çûn û weha axivî: “Wexta ez hatim sûkê Ezra bi xwe li sûkê bû. Bi kurdî gazî min dikir û bi kurdî dipeyivî. Dihat ber dukana xwe rûdinişt, pêşmalka xwe di ser şûtika xwe girêdida û kîskê wî yê pere tijî zîv bûn. Wê demê zemanê erzaniyê bû, her tişt gelek erzan bû. Rûn û hingvîn 2 gelek gelek bi 3 qurîşî bû.”

JI ROJA SERÎ VE YE NAVÊ DUKANÊ NEGUHERÎYE

Bedros, diyar kir ku nav û dengê Ezra li seranserê herêmê belav bû û her kesî ew nas dikir û weha pê de çû, “Kî diçû sûkê digot ez ê qesta Ezra bikim. Heta niha jî dukana Ezra lê dima navê wê Ezra ye û ev nav nehate guhartin. Heta niha 2-3 caran ev dukan hate firotin, xudanên wê dest guhert lê navê dukanê her Ezra ma. Gava erebekî çolê jî bihata navê dukana Ezra hil dida û rê û navnîşana xwe xelet nedikir, lewra tu kesî destê xwe neda vî navî.” 

Bedros destnîşan kir ku Ezra di sala 1924-25’ê hatiye vê derê û weha axaftina xwe domand: “Piştre wan ji vê derê jî bar kir û tu kes nizane bi ku ve çûye. Hemû Cihû çûn. Xwediyê milken dukanên sûkê tev Cihû bûn. Komisyonek heye û her sal tên kontrata kirê nû dikin û pereyê xwe radizînin bankeyê. Em nizanin ev pere ji kê re diçe.”

‘CÎRANÎ WEK XWÎŞK Û BIRATIYÊ YE’

Bedrosê Fileh bal kişand ku ji berê ve ye li sûka Ezra Ereb, Ermen, Suryan û Kurd bi hev re dixebitin û weha got: “Ev nêzî 50 salan e, ez û cîranên xwe, ez û kiryarên xwe bi hev xweş in. Cîranî mîna xwişk û biratiyê ye. Tenê carekê jî min dengê xwe li wan bilind nekiriye. Bo nimûne, heke rojekê bikirrek kîsike henê bibe û piştî çend rojan şûnve bîne, bibêje ne bi dilê min e, dîsa ez rûyê xwe lê tirş nakim û bi devliken pêşwazîyê lê dikim. Di nav cîranên min de kurd jî hene, Suryoyê jî hene. Heçî xwediyê dukana tenişta min e, yekî Ereb e û xelkê Helebê ye.”    

Bedros li ser têkiliyên xwe yên rojane jî axivî û der barê jiyana xwe ya rojane de weha got: “Hema bêje ez her roj 15 saetên xwe li vê derê derbas dikim. Ez ji 7’ê sibê de deriyê dukana xwe vedikim. Li malê sebra min nayê. Heta wexta ji ber virûsa koronayê dukan hatibûn girtin jî, ez dihatim ber dukana xwe li ser kursiya xwe rûdiniştim. Ez bi salan e li vê sûkê me, sebra min bi vê derê tê. Niha ez 74 salî me, tême ber dukanê, ji xwe re hin hürde mûrdeyan difiroşim da ku pê heqê dermanên xwe derxim. Li dukanê min kar tune lê li sûkê bazar xweş û geş e.”     

Bedros bi bîr xist ku li sûka Ezra piranî karê baharatê, xirdewatê û van salên dawîn jî hin dukanên dowizan hatien vekirin û weha dawî li axaftina xwe anî: “Berê dukanên dowîzan tunebûn û jixwe qedexe bûn. Berê hinan li devê rêyan dezgeh vedikirin û zêr û zînet li van deran hûr dikirin û difirotin.”

(od)

ANHA


Mijarên Din