'Ez şagirta Şîlan im û hêza xwe jê digirim'

Şehîd Şîlan Kobanê ji têkoşerên destpêkê bû ku di belavkirina ramana Tevgera Rizgariya Kurdistanê di nav Helebê de kedeke mezin da û bi dehan jin ketin bin bandora têkoşîna wê û dan ser şopa wê.

Endama Komîteya Navendî Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Meysa Baqî  (Şîlan Kobanê) û hevalên xwe Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûad (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Elî) û Ciwan (Hacî Cûma Elî) 29'ê Mijdara 2004'an di encama komploya hevbeş a rejîmên Şamê ya Tirkiyê de li Mûsilê şehîd bûn.

Îro salvegera 16'an a şehadeta Şîlan Kobanê û hevalên wê ye. Bi vê wesîleyê Sûad Hesen a ku li taxa Şêxmeqsûd a Helebê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dinase û di sala 1988'an de şehîd Şîlan nas dike, li ser kesayeta şehîd ji ANHA'yê re diaxive.

Sûad Hesen piştrast dike ku wê sala 1988'an li bajarê Helebê şehîd Şîlan nas kir û wê demê ve rê li pêşiya wê vedibe da ku nasnameya xwe nas bike û ji bo azadiya xwe bixebite.

Sûad Hesen li kolana Mîxaberat a beşê rojava ya taxa Şêxmeqsûdê bi cih dibû, dayika 4 zarokan bû û bi karê malê û xwedîkirina zarokan ve mijûl dibû.

Sûad di rêya xwişka xwe re ya ku bi kesekî welatparêz re dizewice, têkoşer Şîlan nas dike. Der barê  yekê de wiha parve dike: "Xwişka min ji min re got ku wê hin mêvanan bi xwe re bîne mala min, lê min nedizanî mêvan kî ne û wê ji kuderê werin. Roja din bi jineke ciwan re hat, ew jî têkoşer Şîlan bû ku bi nave Seadet dihat naskirin. Min nedizanî ku têkoşerek di tevgerê de ye, ji me re behsa berxwedana hevalan a di girtîgehan de kir. Heya niha hemû gotinên wê têne bîra min, cara yekê min ji wê navê Kurdistanê û kurd bindest in bihîst."

Sûad wiha gotina xwe wiha didomîne: "Piştî ku şehîd Şîlan axaftina xwe bi dawî kir, pirsa nîqaşa xwe ji min kir, min jê re got ez nizanim, lê gotinên wê tiştek di hundirê min de lihvand heya niha ez nikarim vê hestî wesif bikin. Di hindirê min de nakokî çêbûn, min ji xwe pirsî çawa jineke ciwan dîroka Kurdistanê û ratiya pirsgirêka kurdî nas dike ku qet agahiyên me jê nînin."

'MIN XWEST MÎNA KESAYETA WÊ XWE AVA BIKIN'

Sûad Hesen bi tevgerê bawer dibe û ji nêz ve dinase, bi taybet piştî ku şehîd Şîlan ji gelek jinan re kovana Dengê Kurdistanê, Mijara Berxwedanê, Sakîne Cansîz û di girtîgehên Dewleta Tirk de xwe bi pêş dixe.

Li ser wan kêliyan Sûad dibêje: "Kêfxweşiyeke mezin di hundirê min de da avakirin. Êdî bernameyek ji bo min çêbû ku li ser kar bikim, bi çoş min bi cîran û xizmên xwe nîqaş dikin. Şîlan ji min xwest ku civînan ji jinên taxê re li dar bixin. Wê demê di fikirên partiyê de kûr bûn û bi bawerî û eşqeke mezin min gav diavêt."

Sûad bi van gotinan behsa hin xusalên şehîd Şîlan kir: "Min xwest wekî şehîd Şîlan bim û kesayeta xwe wekî ya wê ava bikin, şehîd Şîlan bi xwe, tevger û têkoşîna xwe bawer bû, ji ber wê min xwest van sîfatan jê bigirim."

'EZ ŞAGIRTA ŞÎLANÊ ME Û HÊZA XWE JÊ DIGIRIM'

Sûad behsa tecrubeya karê xwe yê rêxistinî li taxê ku ji şehîd Şîlan û xeta PKK'ê wergirtiye dike û wiha didomîne: "Wê hişt ku rêber Abdullah Ocalan û şehîdan nas bikim, hertim dibêjim ku şagirta şehîd Şîlan im."

Sûad xebatê rêxistinê ku bi navê (Cebhewî) dihat nasîn, li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê domand heya ku bi sedan şêniyan ramanê rêber Abdullah Ocalan nas kirin.

Li ser vê yekê Sûad wiha tîne ziman: "Vîna min xurt bû, nêzîkatiyên wan min neşkenand, gihaşt asta ku li min bidin, digotin jinên ku vî karî bikin û siyasetê bikin li cem me tunene. Ez hêza xwe ji şehîd Şîlan û rêber Ocalan digirim."

Têkildarî şehadeta Şehîd Şîlan, Sûad Hesen wiha dibêje: "Heya niha ez mijara şehadeta têkoşer Şîlan tê negihşitim, dibêjin ku hîna zindî ye."

Sûad Hesen axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Yê bixwaze azad bibe bila ramanê rêber Abdullah Ocalan nas bike û yê bixwaze bibe xwedî îrade bila li ser şehîd Şîlan bixwîne."

Bi destpêka şoreşa Rojava re, Sûad Hesen bi awayekî mezin cihê xwe di nava şoreşê de, piraniya saziyên li taxa Şêxmeqsdû bi rêxistin kir, niha hevseroka Meclisa TEV-DEM a Helebê ye.

(bb)

ANHA


Mijarên Din