‘Ez qebûl nakim tirsonek bimirim’

Ji bo axa xwe ji çeteyan biparêze, tevlî YPG’ê bû û li dijî çeteyan şer kir . Bi lehengî şer kir û şehîd ket. Şehîd Reşo hevalên xwe bi tenê nehêla û got: “Ez qebûl nakim wekî tirsonekekî bimirim.”

Heysem Setûf El-Nûr li taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo di 8`ê Adara 1997`an de hatiye dinê. Kurê heştan ê malbata ku ji bav Setûf Ehmed û dê Semîre Mihemed û 9 zarokan pêk tê, ye.

Malbata wî di 2000`î de ji bo debara jiyanê diçin bajarê Helebê. Heysem asta seretayî xilas dike û xwendinê ber dide. Piştre bi birayên xwe re di dirûtina cilan de kar dike.

Heysem di nav malbatê de ji biçûkahiya xwe ve xwedî taybetmendî û têkiliyên baş bû.

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, di Adara 2011`an de di encama êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li ser bajarê Helebê malbat milk û karê xwe li Helebê dihêle û vedigere bajarê Qamişlo. Heysem tevî birayên xwe li bajêr di firotina sotemenî de kar dike.

Piştî ku şehîd Reşo Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo nas dike.Malbata şehîd Reşo ji yekemîn malbatên pêkhateya Ereb ên ku ciwanên wê di destpêka şoreşê de tev li refên YPG`ê dibe.

ŞOREŞ JI BO ME DEFÎNE YE

Semîra Mihemed dayîka şehîd Heysem di destpêkê de got: "Dijwar e mirov behsa zarokê xwe yê ku bi stêrên çavan mezin kiriye bike. Dema mezin dibe, dibe dostê te. Lê dema ji bo parastina me şehîd bikeve wê demê em pê serbilind in. Ji ber ku xwedê zarokên ku ji şoreşê defîne afirandine dane me."

Dayîka Semîre wiha domand: "Di 2013`an de Hesyem tev li refên YPG`ê dibe. Tê bîra min rojekê baran dibarî, Hesyem derbasî malê bû û got yadê ez ê ji te re tiştekî bêjim. Hêvî dikim tu piştgiriya min bikî. Min wiha bersîva wî da, bi çi ez ê piştgiriya te bikim. Got yadê ji demekê ve min hinek ciwan nas kiriye û dixwazim tev li YPG`ê bibim ji bo ku gel û axa xwe biparêzim."

Dayîka Semîre di nav gotinên xwe de got: "Ez bi biryara wî şaş mam. Min jê re got na qebûl nakim. Eger tu ji min hez dikî tu yê li pêşiya çavên min bî. Heysem wiha bersîva min da tu dixwazî çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî malên me bibin û mîna şêniyên Helebê bi we bikin. Wisa got û ji mal derket. Li dû wî beziyam lê negihiştimê."

ŞER LI ROJAVA GUR BÛ

Di êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra de li ser herêmên Rojava ji tevahiya aliyan ve, YPG`ê tevahiya herêmên ser sînor û bajar diparastin.

Heysem navê Reşo hevalê xwe yê ku di berxwedana li hember êrişên Cebhet El-Nusra de li ser gundên bajarê Serêkaniyê şehîd bûye wek navek şoreşgerî hildibijêre.

TEV LI TEVAHIYA HEMLEYÊN ROJAVA DIBE

Birayê şehîd Reşo Abdullah Setûf diyar kir ku birayê wî, di bikaranîna çeka doşka de pispor bû û di tevahiya eniyên de li dijî çeteyan bi kar dianî. Ji ber derfetên kêm ev çek çekê giran ê tekane di destê şervanên YPG û YPJ`ê de bû.

Şehîd Reşo li dijî çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Til Hemîs, Serêkaniyê, Til Temir, Şedadê, Holê, Til Koçer, Şengal, Minbic li berxwe dide û tev li hemleyên din jî dibe.

DEMA DAIŞ`Ê HEVALEKÎ WÎ DÎL DIGIRIN BÊ BERTEK NAMÎNE

Şervanê YPG`ê û kurê apê şehîd Reşo Ehmed El-Şêx ev bîranên vegotin: "Di 2015`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyên YPG`ê li herêma Şedadê kirin û şervan Mesûd Qamişlo piştî ku birîndar dibe dîl digirin. Dema Reşo bi rêya bêtêlê vê agahiyê dibihîze tehemûl nake û bi çekên doşka li hember êrişên çeteyan disekine û got ez dev ji hevalê xwe bernadim, jiyana min ji ya wî ne bihatir e."

‘ME AGAHIYA ŞEHADETA WÎ DI PÊNGAVA MINBICÊ DE DU CARAN BIHÎST’

Dayîka şehîd Reşo Semîre bi bîr dixe ku dema Heysem tev li pêngava Minbicê di sala 2017`an de dibe, du caran agahiya şehadeta wî dibihîsin. Lê piştî çend mehan ji pêngavê agahiya ku sax e digihêje malbatê. Dayîka Semîra wiha domand: "Piştî çend rojan ji nişkan ve derbasî malê bû. Dengê wî di mal de bilind bû  û bang dike tu li ku derê yî im semro. "

BI TEVLÊBÛNA KURÊ XWE BI BANDOR BÛM

Bavê şehîd Reşo Setûf Ehmed behsa deteyên tevlêbûna xwe kir û  got: "Ji ber ku bi kurê xwe bandor bûm  ez tev li refên YPG`ê bûm. Min qehrementî û têkoşîna ji bo ax jê girt. Şehîd Reşo li nuqteyan ji bo me pêşeng bû."

MÎNAKA FEDEKARÊ ZINDÎ LI HER DERÊ BÛ

Hevalê şehîd Reşo Masûm Qamişlo dibêje: "Di sala 2018`an de li eniya sînor min ew nas kir. Wê demê pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina Dêrazorê bû. Pêwîstî bi tevlibûna şervanan di pêngava Hêzên Sûriya Demokratîk de hebû. Şervan Reşo ji şervanên destpêkê yên ku tev li pêngavê bûne û li her derê mînaka fedekariyê bû."

JI BO KU RÊ NEDE DIJMIN DERBAS BIBE AXA XWE PARAST

Di êrişên artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li eniya sînor di 9`ê Cotmehê de Reşo ne li nuqteyên ku artêşa Tirk a dagiker topbaran kiriye bû. Lê wî bi lez berê xwe de eniyan û li rex hevalên xwe li hember derbasbûna dijmin ji bajarê Qamişlo re sekinî.

MIN PIR LI SER WÎ BIHÎST

Heval Algeş Xandî Mehmûd got: "Min şehîd Reşo di 2019`an de li eniya sînor nas kir. Min qehrementî û berxwedana şehîd Reşo li dijî çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê ji destpêka şoreşê ve bihîst. Ew ji şervanên destpêkê yên ku tev li pêngavan bûne."

Algeş wiha domand: “Piştî me hev du naskirin, me bi hev re nîqaş kir. Me got dema pêngavên li dijî DAIŞ`ê xilas bibin gelo kijan dijmin wê li hember me derkevin. Kî wê kesê yekemîn li hember dijmin li berxwe bide. Şehîd Reşo digot ez qebûl nakim bostek axa me were dagirkirin. Ez ê ji berxwedêrên yekemîn bim û li hember her dijminekî êrişî me dike bisekinim.”

GIYANA HEVALTÎ Û MORALÊN BILIND DIDE DERDORA XWE

Rûdî Hebîb şervanê Hêzên Erka Xweparastinê ye dibêje wî şehîd Reşo di 2017`an de li bajarê Qamişlo nas kiriye. Reşo civakî bû û bala hemûyan dikişand.

Hebîb wiha domand: "Behsa tevlêbûna xwe bi derfetên besît û çawa hemû tev lê bûne dikir. Şehîd Reşo di pêngava Minbicê de moralên hevalan bilind dikir."

MIROV CAREKE DIMIRE EZ MIRINA BI TIRS QEBÛL NAKIM

Kurê apê şehîd Reşo Ehmed El-Şêx dibêje dema şehîd Reşo bi êrişa Tirkiyê li eniya sînor dibihîze bi lez ji gundê Hîmo diçe gundê Talik ê girêdayî bajarê Qamişlo û li rex hevalên xwe disekine. Bi çekê doşka li hember êrişan disekine û nahêle dijmin derbasî bajarê Qamişlo bibin û digot: "Mirin li ser min ji ez bibin kesek tirsonek hêsantir e."

DEMA LI XETA SÎNOR BÛ, REWŞA ME YA JI BER ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ DIPIRSÎ

Dayîka Semîre dibêje gele sivîl di encama êrişa bêserûber a artêşa Tirk a dagirker de li ser bajarê Qamişlo şehîd bûn. Di saetên destpêkê de Reşo telefona malbatê dikir û rewşa wan dipirsî. Di saetên êvarê de Abdullah ji telefona birayê xwe Reşo re lê dide lê telefona wî ne di şebekê de bû.

JI BO PARASTINA SIVÎLAN JI TOPÊN ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER GAVEK PAŞDE NEAVÊT

Şervan Algeş destnîşan kir ku şehîd Reşo ji bo parastina sivîlan ji topên dijmin û parastina axê gavek paşde neavêtiye. Di saet 10:00`an êvarê de êrişên Tirkiyê li ser xeta sînor zêde dibin. Algeş diyar kir ku wan hertim bersîva dagirkeriyê kirin. Lê balafirên şer ên dagirkeriyê li ser xeta sînor difirîn û nuqteya şehîd Reşo û hevalên wî di 9`ê Cotmehê de kirin hedef. Di encamê de şehîd dikeve.

LI GUNDÊ XWE TEV LI KERWANA ŞEHÎDÊN BERXWEDANA RÛMETÊ DIBE

Di roja duyemîn a êrişan de agahiya şehadeta şehîd Reşo tevî du hevalên xwe digihêjê malbatê. Di 12`ê Cotmehê de tevî 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana şehîd Delîl Saroxan di nav tilîliyên dayîkan de û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din