‘Ez ê li zarokên xwe xwedî derkevim û terka wan nakim’

Bi birayê xwe û qehremaniya QSD`ê bandor. Ji ber vê yekê terka malbat û zarokên xwe kir, tevlî banga seferberiyê bû û gihaşt asta şehadetê. Di vê derbarê de hevsera wî Muna El-Hesen wiha got: “Ez ê li zarokên xwe xwedî derkevim.” Bavê şehîd got: “Kurê min qehreman, li dijî êrîşên dewleta Tirk parast. Ez bi kurê serbilind im.”

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser esasê parastina welêt, astengkirina wêrankirinan û xerabiya li herêmên Sûriyê rû dida, bi hezaran gelên herêmê bi Kurd, Ereb û Sûriyanan tevlî QSD`ê bûn û paratina destkeftiyên bi saya berdêlên şehîdên Berxwedana Rûmetê hatine bidestxistin kirin. Mînaka vê yekî jî şehîd Umer Şêx Elî (Seyd Hesekê)ye.

KURTEJIYANA UMER

Umer Şêx Elî di Gulana 1994`an de hatiye dinê, malbata wî bi eslê xwe ereb in û welatparêzên Sûriyê ne, debara xwe bi çandiniyê dikin.Umer ji taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê ya rojhilatê Sûriyê ye, navê bavê wî Mihemed Şêx Elî, navê dayîka wî Sadiyê û xwedan 8 bira û xuşk e, li gel ku piçûkê malê û di nava kufletê malê de ew yê piçûk û dehemîn e.

Şehîd Umer Şêx Elî qonaxa xwendinê di sala 2000’an de li dibistana Bor Seyîd a li taxa Xiwêran qedandiye û 6 salên qonaxa seretayî berdewam kir, paşê tevî jîrbûna xwe lê ji ber rewşa xwe ya tenduristî heta sala 2006`an dûrî xwendinê ket.

Şehîd di pêvajoya xwendinê xwe bi jîrbûn û kêrbûna xwe, rastgo, exlaq, hezkerê karê xwe dihat naskirin, li gel ku di nava mirov û malbata xwe bi dilsozî, merdî, xwestek û hezkirinê dihat naskirin, di heman demê de di nava şervanan de jî bi canfedatî û pêşengtî xwe dihat naskirin.

Şehîd Umer piştî ji mafê xwendinê bê par ma, tevî bi temenê xwe piçûk jî lê di erda malê de ku li gundê Tilhirmiz dikeve xebitî, ji ber vê yekê liv û tevgera wî di nava bajarên Hesekê û gund de bû.Umer ji sala 2010`an jiberdêla bavê xwe û birayê xwe yê mezin, hem xwedî li erdê xwe derdiket û hem jî diçand, bi vê yekê Umer lêçûna erd kêmtir kir.

Umer(Seyd Hesekê)ji ber ku domdar di nava erdê xwe de dixebitî, li gundê Tilhirmizê bicihbûbû, ji ber vê yekê maleke xwe li gundê ava kiribû û di 2013`an de di 19 saliya xwe de bi jineke li gund Muna Hesen re di 8 Tebaxê de zewicî.

‘BI BIRAYÊ BANDOR BÛ, LEWMA BÛ LEŞKER’

Sala 2011`an li Sûriyê şoreşa gelan dest pê kir û gel li dijî rejîma Sûriyê derketin, şehîd Uem jî yek ji çalakgeran bû û jiyana xwe xiste xizmeta parastina malbat û kufletên xwe, Umer Mijdara 2016`an de ji ber bi birayê xwe yê mezin Xalid ku di 2012`an tevlî YPG`ê bûbû, bandor bû ew jî tevlî QSD`ê bû.

Şehîd Umer tevlî nava Erka Xweparastinê bû, ew jî di nava QSD`ê cihên xwe digirin, ticarî  xwe pêngavên ku QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê radigihandin nedida alî, ji ber vê yekê beşdarî pêngava rizgarkirina bejahiya bakurê Dêrazorê û pêngava rizgarkirina Baxozê bû.

Birayê Umer ê nixurî Xalid Şêx Elî diyar kir ku ji ber birayê min bi exlaq û qehremaniya QSD`ê di parastina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê bandor bû, tevlî berxwedanê bû, nexasim piştî ku bejahiya bakurê bajarê Hesekê ji çeteyan hate rizgarkirin.

CANÊ XWE DI BERXWEDANA RÛMETÊ DE DA

Herî dawî Umer Şêx Elî tevlî şerê ku artêşa Tirk di 9 Cotmehê de li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn bû.Umer tevlî ku hevalên wî nedihiştin biçe şerê li Serêkaniyê diqewî, lê xirûna wî ranekir û tevlî şer bû.

Ji ber vê yekê şehîd Umer Şêx Elî di 11’ê Cotmehê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bû, anku piştî 2 rojan ji berxwedana li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ şehîd bû.Umer dema teqemenî ji eniyê re dibir, Tirkiyê erebeya wî bi moşekan kirin armanc û gihaşt asta şehdadetê.

Mihemed Şêx bavê şehîd Umer wiha destnîşan kir, Umer kurê min ê piçûk e, ticarî xwe ji ber hevalên xwe yên şervan nedida alî, her wiha di nava şervanan de bi hezkirina xwe dihat naskirin, Umer ji ber xwedan firekê hezkirna welat û parastina herêmê bû, bi dilsoziya xwe dihat naskirin û wiha got: “Ez dizanim ku kurê min qereman bû û parastina gelan ji êrişên Tirkiyê kir, lewma ez îro serbilind im û bang li ciwana dikim ku tevlî hêzên leşkerî bibin û paratina welêt bikin.”

Hevsera şehîd Umer Muna wiha parve dike, şehadeta hevserê min dê bandore li jiyana kufletê min bike, ji ber ez xwedan 4 zarokên teman piçûk im, Xalid(5), Mihemed(4), Mîlad(2) û keça min Lara jî piçûk e, jiyan zor e û ez nikarim beyî bavên wan jiyana van zarokan raber bikim, li gel ku ez nikarim tiştekî ji wan re bikim tenê ez xwedî li wan derkevim û li ser serê zarokên xwe bimînim.

(eh)

ANHA


Mijarên Din