Eyşe Hiso: Me plana xebateke berfireh ji bo pêvajoya bê danî

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso got "Meclisa Giştî ya partiyê bi plansaziyeke berfireh, mekanîzmaya pêkanîna biryarên kongreyê danî."

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yekem civîna xwe piştî kongreya 8`emîn ku 24-25`ê Sibatê li dar ket, organîze kir. Civîn ji bo diyarkirina mekanîzma û plansaziya ji bo pêkanîna biryarên kongreyê hat lidarxistin.

Girêdayî mijarê hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso axivî û destnîşan kir ku kongreya 8`emîn a partiyê di rewşên hesas de pêk hat, gelek dozên rêxistinî, mekanîzmaya birêxistinkirina civakê, her wiha xurtkirina  avakirina rêxistinî di hundirê partiyê de hat nîqaşkirin û wiha domand: "Kesên ku beşdarî kongreyê bûbûn, biryar dan ku desteyeke nû li aliyê rêxistinî zêde bibe û ew jî desteya disîplînê ye."

Der barê civîna yekemîn a meclisa giştî ya partiyê û encamên wê de Eyşe Hiso got: "Meclisê di civîna xwe ya yekem de endamên desteya rêveber a partiyê û endamên desteya hevserokatiyê hilbijartin."

Hevseroka PYD`ê da zanîn ku di civîna yekemîn de, plansaziya xebateke berfireh, mekanîzmaya pêkanîna biryarên kongreyê ku xwe dispêrin civakê û bersivdayîna pêvajoya bê de, hate dayîn.

 HEWLDANÊN JI BO PÊKANÎNA YEKITIYA NÎŞTIMANÎ

Di daxuyaniya kongreya 8`emîn ê PYD`ê de îşaret bi girîngiya hewldanên pêkanîna yekitiya kurdî hat kirin. Eyşe Hiso girêdayî mijarê wiha got: "Ji bo em karibin çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin divê di destpêkê de em nakokiyên xwe yên partiyan çareser bikin, yekitiya kurdî pêk bînin û bi taybet piştî insiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya taybet bi yekitiya Kurdî. Her wiha piştî helwestên erênî ji aliyê gelek partiyên ku tev li Rêveberiya Xweser bûne. Pêngavên pratîkî ku van partiyan di aliyê pêkanîna yekitiya nîştimanî de pêk anîne."

Her wiha Eyşe Hiso îşaret bi hevdîtina rêveberên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) û wezîrê karên derve yê dewleta Tirk kir û anî ziman ku ev yek xizmeta hewldanên ji bo yekitya kurdî ya nîştimanî nake û wiha pê de çû: " Divê em li rewşa Efrîn, Serêkaniyê û hemû herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, dijminatiya wan gelê Kurd re, hewldanên tunekirina hebûna kurdî û guhertina demografiya herêmên dagirkirî, binêrin."

Eyşe careke din teqezî li ser yekitiya nîştimanî kir û got: "Me wekî di encamnameya xwe de jî bal kişand ser girîngiya pêkanîna yekitiya nîştimanî bê merc an jî qeyd."

Her wiha Eyşe Hiso anî ziman ku ew bi diyaloga siyasî ya di navbera hemû aliyan de ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û piştrast kir ku divê rejîm zanibe ku divê ew zihniyeta xwe ya zulmkar biguhire û êdî rewşa  wekî beriya 2011`an venagere.

Eyşe Hiso di berdewama axaftina xwe de got: "Em her tim banga diyalog û rûniştina li ser maseya diyalogan wek gelê Sûriyê dikin. Çi bi rejîm û çi bi opozisyona nîştimanî re be. Da ku em karibin projeyeke nîştimanî ji bo parastina xaka Sûriyê ji dagirkeran û sînor ji projeya Tirkiyê li Sûriyê were dayîn, deynin."

Hevseroka PYD`ê Eyşe Hiso destnîşan kir ku divê ew di aliyê pêkanîna yekitiya nîştimanî ya sûrî de û yekitiya nîştimanî ya kurdî de bixebitin û wiha domand: "Ji ber baweriya me heye ku heger em nikarin yekitiya kurdî ava bikin em nikarin aloziya Sûriyê ji kokê de çareser bikin."

Girêdayî rewşa civakî Eyşe Hiso wiha dawî li axaftina xwe anî: "Partî dê ji bo xurtkirina rêxistina civakî, çawa civak karibe li beramberî vê bêvajoya hesas bisekine û bibe bersiv ji pêvajoya bê de bixebite. Ji ber gelê me hebûna xwe di Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê de îsbat kir. Israra wî ji bo hebûna Ii ser xakê, parastina hebûna wî li gorî pîvan û felsefeya neteweya demokratîk e."

(bx)

ANHA


Mijarên Din