Evîn Hec Hemo: Divê dewleta Tirk ji ber sucê xwe were darizandin

Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî Evîn Hec Hemo di derbarê rapora Komîteya Lêpirsîna Rastiyan a Neteweyên Yekbûyî de got ku, sucên dewleta Tirk hatine belgekirin, lê divê dewleta Tirk ji ber van sucên ku kiriye di dadgehên navnewtewî de bê darizandin.

Komîteya lêpirsînê ya navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê dawiyê de raporeke girêdayî sûcên dewleta Tirk li dijî herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belge dike, derxist. Lê ev rapor ne giştî bû. Gelek sûc nehatibûn belgekirin, bi taybet sûcên li dijî jinan li Efrînê.

Di vî warî de hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Hec Hemo got: “Ji destpêka destwerdana dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîna ewle û dagirkirina wê piştî berxwedaneke bêhempa ji hêla şêniyan ve, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî bajêr bûn û gelek sûc li dijî şêniyên ku li Efrînê mane pêk anîn, ji kuştin, talankirin û koçberkirinê, ev hemû sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Evîn Hec Hemo wiha domand: “Piştî gelek bangawaziyan ji hêla şêniyan û rêxistinên hiqûqî yên li Sûriyê û Efrînê bi taybet, Komîteya Lêpirsînê ya NY`yê ya berpirsa eşkerekirina rastiyên girêdayî sûcên dewleta Tirk di vê dawiyê de raporek derxist. Di wê raporê de, hate destnîşankirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên li dijî şêniyan pêk tînin bi taybet li Efrîn û herêmên dagirkirî.”

Evîn Hec Hemo wiha pê de çû: “Bêguman jin qurbaniyên yekemîn ên sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Li dijî wan tundiya cinsî pêk anîn, revandin û dest avêtine jinan. Di raporê de bi belge û delîlan, bûyera destavêtina keçekê li Efrînê di girtîgeha polîsên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk de hatiye bibîrxistin.”

Her wiha Evîn Hec Hemo têkildarî navaroka raporê ev tişt got: “Rapor ne temam e. Ji ber ku li gorî raporên hiqûqî bi taybet yên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, zêdetirî 65 haletên destavêtin û zêdetirî 400 haletên revandinê hatine belgekirin. Çarenûsa wan jinan heta niha nayê zanîn.”

Evîn Hec Hemo destnîşan kir ku ruxmî hebûna belge û delîlan, lê komîteyê sûcên li dijî jinan belge nekirine û wiha domand: “Em hêvî dikin ku di demeke zû de dosyayeke din girêdayî sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên, were vekirin. Em ji rêxistinên mirovî yên cîhanê hêvî dikin ku hewl bidin dengê jinên Efrînê yên revandî û hatine tecawizkirin, bigihînin qadên navneteweyî.”

Evîn Hec Hemo di dawiyê de bang li rêxistinên navneteweyî û mirovî yên têkildar kir ku dewleta Tirk ji ber sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, bi taybet Efrîn û Serêkaniyê, muhasebe bikin û divê ji ber van sucan di dadgehên navneteweyî de bi darizînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din