Evîn Cuma: Rapora komîteya navneteweyî bi tenê parçeyek ji sûcên li dijî jinan e

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan Evîn Cuma diyar kir ku tişta di rapora komîteya lêpirsîna navneteweyî ya taybet bi Sûriyê de li dijî herêmên dagirkirî û jinan tenê parçeyek ji sûcan eû sûc berdewam in.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên hovane pêk tînin.

Girêdayî vê, komîteya lêpirsîna navneteweyî ya NY’yê di 14’ê Îlonê de raporek pêşkêşî rêxistina mafên mirovan kir. Tê de sûcên şer ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîl, jinan bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî pêk anîne eşkere dike.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Qamişloyê Evîn Cuma da zanîn ku rapora komîteya navneteweyî ya taybet bi Sûriyê ku sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li dijî sivîlan kirine, ya yekemîn e.

Evîn Cuma wiha domand: "Komîteyê di raporê de piştrast kir ku li gel wê nîşane û sedemên tawanbarkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên pêkanîna sûcên hovane li dijî jinan li Efrîn, Serêkaniyê û Spî, hene. Ev sûc ji girtin jinan bi hovîtî, îşkencekirin, tecawîzkirin û tundiya derûnî û fizîkî ye."

Evîn Cuma destnîşan kir ku tevî ku komîteya berpirsiyarî hilgirt ser dewleta Tirk û neçarkirina wê ya tevgerîna li gorî peymanên mafên mirovan a dabînkirina parastina tevahî erdan li xakên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê hê jî sûcên li dijî jinan ji qetilkirin, revandin, koçberkirin, girtin, tecawîzkirin û îşkencekirin ji hêla çeteyên wê ve didomin.

Evîn Cuma got komîteyê mîsoger kir ku hêzên dewleta Tirk dizanî ku sûcên li dijî jinan ji îşkence di girtîgehan de pêk tê û wiha pê de çû: "Heke destwerdana li sînordakirina van sûcan neyê kirin, wê demê hêzên dewleta Tirk peymanên mafên mirovan a parastina tevahî ferdên li xakên ku dagir kirine, bin pê bike. Her wiha rêveberên li ser erdê di girtina tevahî tedbîrên guncaw ên qedexekirina van sûcan de bi bin ketine."

‘RAPORÊ SÛCÊN LI DIJÎ JINAN HEMÛ BELGE NEKIRIN’

Têkildarî rapora komîteyê li dijî sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîne Evîn Cuma got tişta ji sûcan di raporê de li ser jin û zarokan hatiye bibîrxistin tenê parçeyek ji tiştên pêk tên. Raporê tevahî sûcên pêk tên, belge nekirin.

Evîn Cuma wiha berdewam kir: "Tevî nîşane û belgeyên heyî, lê zimanê raporê tenê bi texmîn û dibêtiya sûcên şerê pêk hat. Divê ziman zêdetir di tewanbarkirina dewleta Tirk û çeteyên wê de cidî bûya. Bi wê re jî diyar dibe ku zimanê raporê reva ji berpirsiyartî û sûcdaran e."

Evîn Cuma da zanîn ku divê rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û navneteweyî sînorekî ji sûcên li dijî jinan re pêk tên deynin. Divê civaka navneteweyî banga lêpirsîna adil û lêpirsîna sûcdar bike, her wiha fişarê li dewleta Tirk û çeteyê wê bike ku ji herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, vekişin.

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Qamişloyê Evîn Cuma di dawiyê de got divê rêxistinên hiqûqnas balê bikişînin ser tevahî nîşane û belgekirina sûcên li dijî jinan ên ku bi sedema tirs û xwenegihandina aliyên pewendîdar ji wan herêman re, nehatine ragihandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din